Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî gundewarên Minbicê zêde kir. Ruxmî ku dewleta Tirk bi van êrişan israr dike ku wan gundan vala bike, lê şêniyên herêmê bi israr in ku li xaka xwe bimînin.

Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
Şêniyên Minbicê: Li hemberî êrişan em li ber xwe didin
7 tebax, 2021   07:23
MINBIC - SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li herêmên dagirkirî hema bêje rojane gundewarên bakur û rojavayê navenda bajarê Minbicê topbaran dike.

Şêniyên gundên ku rastî topbaranê tên, ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku li hemberî êrişan ew di mayîna li ser xaka xwe de bi israr in.

Jina bi navê Edla El-Salih (60) ji gundê Seyada yê 22 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê got ruxmî topên ku li ser gund dibarin lê ew ji wan topan natirse. Edla tevî zarokên xwe li gundê Seyada dimîne û got: “Beriya çend rojan dema em di xew de bûn, ji nişka ve top û gule li ser serê me bariyan.”

Edla wiha domand: “Ez derketin binêrim bê ka çi çêbûye, topan banê malê qul kiribû û derî û pencere şikestibûn.”

Edla di berdewama axaftina xwe de pirsî: “Em sivîl in û di mal û nava zeviyên xwe de ne, gelo dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çi ji me dixwazin? Em ji malên xwe dernakevin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Edla anî ziman ku zarok ji topbaranê ditirsin bi taybet topbaran di saetên derengiya şevê de pêk tê û di dawiyê de got: “Dewleta Tirk armanc dike sivîlan û zarokan, bi taybet jinan, bitirsîne da ku wan bide koçberkirin û ji malên wan derxe. “

Zarokê bi navê Mehêr Qerace yê 13 salî ji gundê Seyadayê ye, diyar kir ku çendîn topbaran zêde bibe jî ew ji malên xwe dernakevin.

Di dîmenan de wêraniya ji ber topbaranê li malên şêniyên gundên Minbicê çêbûye, xuya dibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_9Mh0YGk7Yw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>