Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveyeke futbolê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê turnoveya futbolê
6 tebax, 2021   18:23
REQA

Desteya Ciwan û Werzîşê turnoveyeke futbolê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin. Maça yekemîn a turnoveyê di navbera tîmên Firat Kobanê û Zeyban Dêrazor li dar ket.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û her du cîgirên wî, gelek şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan alîgirên her du tîman, şêniyên Reqayê amade bûn.

Ebid Hamid El-Mihbaş turnoveyê li tevahiya tîmên beşdar pîroz kir û îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide rewşa werzîşê bi hemû cûreyên wê li herêmê pêş bixîne û ev lê zêde kir: "Îsal me bûdceyeke taybet ji bo Desteya Ciwan û Werzîşê veqetandiye da ku projeyên werzîşê pêşbikevin û ciwan teşwîq bibin. Her wiha Rêveberiya Xweser dê hemû avahiyên werzîşê sererast bike."

Beriya ku maça yekemîn a turnoveyê dest pê bikira, beşdaran xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Maça yekemîn di navbera tîma Firat Kobanê û Zeyban Dêrazorê de li dar ket. Tîma Firat Kobanê bi nuqteyekê li hemberî sifirê bi ser ket.

Tê payîn ku hemû maçên turnoveyê li yarîgehên Ewlekariya Hundirîn û yarîgeha Şehîd Hevrîn Xelef ên bajarê Reqayê werin lîstin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qV9zMHPV6dQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>