Koçberên Efrînê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî komkujiya li Sefawiyê şermezar kir

Koçberên Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk li gundewarê Eyn Îsayê li dijî malbatekê pêk anî şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erka xwe ya exlaqî bi cih bînin û van sûcan rawestînin.

Koçberên Efrînê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî komkujiya li Sefawiyê şermezar kir
6 tebax, 2021   23:44
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Roja çarşema derbasbûyî, artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundê Bîr Îsa yê li rojhilatê Eyn Îsayê êrişî mala welatiyê bi navê Zêdan Xelef El-Îsa ya li gundê Sefawiyê yê girêdayî navçeyê kir, di encamê de bav û sê zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan û dê û keça xwe jî birîndar bûn.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin komkujiya li Sefawiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê komkujiya şermezar kirin.

Azad Îbiş ê niha li kampa Berxwedan dimîne got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ku me ji mal û erda me koçber kirin, hîn jî komkujiyan li dijî me pêk tînin û aliyên ku îdiaya parastina mirovahiyê dikin li hemberî vê yekê tu bertek nîşan nedane, piştî ku li dijî şêniyên Efrînê gelek komkujî pêk anîn ku di encama wê de bi dehan zarok, jin û xityar bûn qurban, vê carê li navçeya Eyn Îsayê mala sivîlekî kir armanc, di encamê de bav û 3 zarokên wî şehîd bûn û hevjîn û û keça wî jî birîndar bûn."

Îbiş ev pirs kir: "Heta kengî dê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûc û komkujiyên li dijî me pêk bînin, heta kengî dê gundan wêran bikin, zarokan koçber bikin û bav û dayikên wan ên bêguneh qetil bikin. Heta kengî dê cîhana ku îdiaya parastina mirovahiyê dike li hemberî vê yekê bê deng be û çavên xwe bigirin?"

Welatiyê bi navê Elî Xelîl jî bêdengiya rûsî ya ku îdia dike ku garantorê rawestandina êrişên dewleta Tirk û parastina gel e şermezar kir û got: "Çavên xwe li ser komkujiyên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne digire û domandina pêkanîna sûc û komkujiyan li Eyn Îsayê jî xizmeta berjewendiyên wê yên bi Tirkiyê re dike."

Elî Xelîl di dawiyê de got ew ê berxwedana li hemberî planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berdewam bikin û bang li aliyên hiquqî û mirovî kir ku li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabin.

Ciwana bi navê Sîdra Hemo jî komkujiya li dijî malbata Zêdan El-Îsa ya li Eyn Îsayê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hevgirtina xwe ava bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rWPRQz1oZVE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>