Rewşenbîrên Kurd bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde

Rewşenbîrên Kurd bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re berde û got, yekitiya neteweyî dê Kurdan ber bi ewlehiyê ve bibe.

Rewşenbîrên Kurd bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde
7 tebax, 2021   01:56
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Têkildarî êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji 23'yê Nîsanê ve berdewam dikin û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di van êrişan de rewşenbîrên Kurd ên Girkê Legê axivîn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Navçeya Girkê Legê Mistefa Mam Xêr destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk têkoşîna tevgera azadiyê li ser planên xwe yên dijminane xeter dibîne û got: "Tirkiye bi piştgiriya hin partiyên kurdî hewl dide têkoşîn û berxwedana PKK`ê têk bibe da ku hemû plan û armancên xwe pêk bîne."

Mam Xêr bi domdarî got: "PKK`ê ji bo doza Kurdan çareserî ye, lê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê wekî hewldana dawî ya Tirkiye ya bi armanca pêkanîna xwesteka xwe ya dagirkerane û ya têkbirina Kurdan e, lê belê ev hewldan jî dê bi bin bikeve û Tirkiye jî dê têk biçe."

Di dirêjahiya gelek salan de gelê Kurd bi hemû beşên xwe bang li PDK`ê ku siyasetên ku xizmeta doza Kurdan dike esas bigire, lê PDK`ê li dijî Kurdan hevakiya xwe ya bi Tirkiyê re didomîne.

HPG`ê 29`ê Tîrmeha derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 26`ê Tîrmeha derbasbûyî ve peywendiya wan  bi komeke gerîla qut bûye û îşaret pê kir ku wan agahî ji şêniyên herêmê wergirtine ku hêzên girêdayî PDK`ê ev kom dorpêçkirin û êrişî wan kiriye, di encama wê de 3 gerîla gihaştin asta şehadetê.

Mistefa Mam Xêr got, PDK`ê û dewleta Tirk nikarin berxwedana gerîla derbe bikin û dê negihêjin armancên xwe. Her wiha bang têkoşîn û piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk kir.

Mistefa Mam Xêr bal kişand ser kiryarên dijminê gelê Kurd û got, her çiqasî dijmin komplo û planên li dijî gelê Kurd û li dijî pêkhateyên cîhanê zêde bikin jî dê negihêjin armancên xwe, di heman demê de dê nikaribin vîna gelan bişkînin û wan lawaz bikin. Her wiha got, divê ji êriş û siyaseta Tirk ên li herêmê werin rawestandin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê Şewket Muslim êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û sûcên wî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Tirkiye li dijî Kurdên li Kurdistanê bi giştî heman sînaryo dubare dike, ji Efrînê dest pê kir û planên xwe yên dagirkerane li ser hemû herêmê berdewam dike." 

Şewket Muslim bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde da ku şerê hundirîn çênebe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê yekitiya neteweyî ya kurdan were avakirin da ku rê li pêşiya planên dewleta Tirk ên berfirehkirina qada dagirkeriyê were girtin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VZeOi05lnck" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>