Şahidekî detayên topbarana dewleta Tirk li ser gundên Til Temirê vegotin

Jineke ku ji mirinê filitiye, detayên topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê vegotin û piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rasterast sivîlan dikin hedef.

Şahidekî detayên topbarana dewleta Tirk li ser gundên Til Temirê vegotin
6 tebax, 2021   07:28
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Gundê Um El-Kêf ê rojavayê gundewarên navçeya Til Temirê roja çarşemê bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû topbarankirin.

Şahideke topbaranê ji ANHA’yê re axivî û detayên topbaranê vegotin.

Şahid Sebah Xalid ku ji şêniyên gundê Um El-Kêf e, der barê topbaranê got: “Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gund û heta sewal topbaran kirin. Jinek li rex me bû, ji ber bermahiyên topbaranê lingê wê bi giranî birîndar bû.”

Sebah wiha domand: “Em ji mirinê xilas bûn. Top neteqiya û li malê ma.”

‘JI BER TOPBARANÊ EM JI JIYANÊ ACIZ BÛN’

Sebah ev yek li gotinên xwe zêde kir: “A ku dihêle em li vir bimînin, malên me ne ku me emrê xwe da heta ku ava kirin. Tu devereke din tune ye ku em tê de bi ewlehiyê bihesin."

Têkildarî detayên topbaranê Sebah ev agahî parve kirin: “Topbaran saet 3’yê barbanga sibê dest pê kir. Me xew nekir. Ji ber tirsa topbarana bêserûber em ji malên xwe derketin.”

Sebah piştrast kir ku çete rasterast sivîlan dikin hedef û wiha pê de çû: “Îsbata vê yek jî li vir e, mala min hat hedefgirtin. Ji ber topbaranê êdî me pêşiya xwe nedidît. Ev moşek jî heke biteqiya, dê karesteke mezin çêbûya.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qx5K-Z5eQnE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>