Rewşenbîr: Li şûna danûstandinên bi dijmin re pêwîstiya me bi yekitiyê heye

Rewşenbîran bang li PDK`ê kir ku dûrî berjewendiyên partîtiyê bikeve û ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebatê bike û wiha got: "Dem dema yekitiya xaka Kurdistanê û gelê Kurd û dûrketina ji berjewendiyên bi dewleta Tirk a dagirker re ye."

Rewşenbîr: Li şûna danûstandinên bi dijmin re pêwîstiya me bi yekitiyê heye
5 tebax, 2021   06:40
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Ji dawiya meha Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê ku hêzên xwe ji bo dorpêçkirina herêmên ku HPG`ê lê ye, rê dike û êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike.

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku heta hin partiyên kurdî piştgiriya dijminê gelê Kurd bikin ew ê yekitiya Kurdan ava nebe, ji lew re divê destpêkê dûrî vê yekê bikevin.

Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîrên Navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman axivî û got:"Dagirkeriya Tirk her tim êriş dike û gelê Kurd li ku derê be dike armanc, dema Komara Mahabadê sala 1946`an hate avakirin Barazanî li kêleka Qazî Mihemed şer kir û ev komar damezrandin, tu kesî ji Mele Mistefa Barazanî re negot; ev ne erdê te ye, lê belê Kurdan yekitiya xwe ava kir û li ber xwe dan, lê îro em dibînin ku hin partiyên li Başûrê Kurdistanê li şûna ku li dijî dijmin li kêleka gelê xwe bisekine, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî yên ku xizmeta dijminê gelê Kurd dike, dixebitin.

/ar/uploads/files/2021/08/05/054036_ahmd-slyman.webp

ꞌPÊWÎSTIYA VÊ QONAXÊ BI PIŞTGIRIYÊ HEYEꞌ

Ehmed Silêman bal kişand ser hesasiyeta qonaxê û girîngiya piştgiriyê û wiha got:"Qonaxa ku gelê Kurd tê re derbas dibe, qonaxeke pir hesas e, lê em dîbînin ku hin partiyên li Başûrê Kurdistanê li kêleka dijminê Kurdan rûdinin û li dijî gelên xwe bi wan re dan û standinan dikin, pêwîstiya vê qonaxê bi piştgiriyê heye, lê em berovajî vê yekê dibînin."

Di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bang li PDK`ê dikin û dibêjin ku PDK`ê ne partiyeke nû ye wê jî li ber xwe daye û gelek şehîd dane, divê berdêlên wan şehîdan dane ji bîr neke û li dijî dijminê wekî dagirkeriya Tirk li kêleka birayên xwe yên Kurd bisekine."

ꞌHER TIM DAGIRKER LI HEMBERÎ VÎNA GELAN TÊK DIÇINꞌ

/ar/uploads/files/2021/08/05/054108_akrm-drzysh.webp

Nivîskar Ekrem Derwêş jî diyar kir ku ji destpêka ku dagirkeriya Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike ve, ev êriş bi saya berxwedana gerîla yên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û parastina xaka Kurdistanê dikin, têk diçin, ji lew re her tim dagirkeriya Tirk li hemberî vîna gelê berxwedêr têk diçe."

Ekrem Derwêş bi domdarî got:"Fermandar Murat Karayilan gelek caran PDK`ê û gelê Kurd hişyar kir û bang li wan kir ku nekevin xefka provokasyonên ku dagirkeriya Tirk. Em şerê Kurdan naxwazin."

Her wiha diyar kir ku çarenûsa gelê Kurd ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê ne girîng e, ji ber ku tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî yên bi dewleta Tirk re dixebite.

ꞌDIVÊ PARTIYÊN LI BAŞÛR LI SIYASETA XWE VEGERINꞌ

Ekrem Derwêş bal kişand ser rawestandina diyalogên Kurdan û wiha dewam kir:"Heta ku hin partî bi Tirkiyê re bixebitin dê ev diyalog negihêjin encamekê, ji lew re divê ev partî li siyaseta xwe vegerin û ji bo berjewendiyên gelê xwe kar û bixebitin."

Nivîskar Ekrem Derwêş wiha gotina xwe bi dawî kir:"Berpirsyarî û berjewendiyên gelê Kurd dikeve ser milên partiyên kurdî, rewşenbîr û hunermendan, li ser vê yekê divê em li kêleka hev bisekinin û ji bo girîngiya yekitiya Kurdan kar û xebatê bikin û nekevin xefka planên li dijî gelê Kurd têne kirin. "

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y0lqA9ERFto" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>