‛Îdia dikin ew sivîlan nakin armanc, ka werin û binêrin’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hola dewatan (zemawendan) a li rojhilatê Til Temirê ya li başûrê rêya M4 ya di navbera Hesekê û Helebê de topbaran kir, di encamê de zirarên madî bi holê bûn û gelek lawirên malbata ku di holê de dixebite mirin.

‛Îdia dikin ew sivîlan nakin armanc, ka werin û binêrin’
5 tebax, 2021   06:24
HESEKÊ

Têkildarî mijarê, jina bitemen mezin Edle Hisên wiha got: "Dema hol hat topbarankirin ez û zarokên xwe rûniştibûn. Lê me texmîn nedikir ku hola dewat û şahiyan were topbarankirin."

Edle Hisên di axaftina xwe ev pirs kir: "Ma me çi kiribû, Erdogan me ber bi ku ve dibe û çi ji sivîlan dixwaze."

Edle Hisên behsa bermahiyên topbaranê kir û wiha domand: "Îdia dikin ew sivîlan nakin armanc, ka werin û binêrin."

Edle Hisên îşaret bi kunên di encama topbaranê de li dîwarên hola dewatê bûn, derbeyên li erebeya sivîl her wiha parçeyên lawir û sewalên mirine, kir û got bila cîhan vê yekê bibîne. Edle Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Erdogan dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike. Ma tu dixwazî gora xwe li Sûriyê bikolî, ka were."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AWbleWHhdls" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>