Şêniyên Hesekê komkujiya ku dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê pêk aniye, şermezar kir

Şêniyên Hesekê komkujiya ku dagirkeriya Tirk a li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa ya ji gundê Sefewiye yê Eyn Îsayê pêk aniye, şermezar kir û da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê siyaseta qirkirin û komkujiyan li dijî gelên herêmê berdewam dike.

Şêniyên Hesekê komkujiya ku dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê pêk aniye, şermezar kir
5 tebax, 2021   06:57
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk duh li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa ya ji gundê Sefawiye yê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî. Di encamê de bav û 3 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da, her wiha dayik  û keça wê jî bi giranî birîndar bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/05/064128_dsc_0336.webp

Têkildarî mijarê şêniyên Hesekê ev komkujî şermezar kir. Her wiha şêniyê bi navê Ebdurezaq Mihemed wiha got: "Armanckirina dagirkeriya Tirk ji gundên Eyn Îsayê re û pêkanîna komkujiyan, nîşaneya faşîsta dagirkeriya Tirk û berdewama planên wê yên qirkirinê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Mihemed wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi pêkanîna sûc û komkujiyên li dijî gelên herêmê ji dizîn, talan û guhartina demografî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha komkujiya li gundê Sefawiye yê Eyn Îsayê berdewama komkujiyên Şengal, berî û piştî wê ne."

Mihemed komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa pêk aniye şermezar kir û bang li cîhanê kir ku komkujiyên dagirkerî li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne rawestîne û koçberan li xakên wan vegerîne.

EŞÎRÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR

/ar/uploads/files/2021/08/05/064245_abdallh.webp

Li aliyekî din jî nûnerê êla El-Cihêş El-Zibêde ya li Sûriyê Ebdullah Gondar ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji destpêka şoreşê û heta niha ve dagirkeriya Tirk û komên wê yên terorîst gelek herêm wêran kirin, dagir kirin û tê de gelek komkujî li dijî gelên wan pêk anîn."

Gondar wiha anî ziman: "Em eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya ku li Eyn Îsayê pêk hatiye şermezar dikin. Ji ber armanca wê krîza Sûriyê were berdewamkirin."

‛DÎROKA DAGIRKERIYÊ TIJÎ KOMKUJÎ Û SÛC E’

/ar/uploads/files/2021/08/05/064103_dsc_0339.webp

Şêniyê bi navê Burhan Osman ê ji taxa Salihiyê wiha got: "Em şêniyên Hesekê, komkujiya ku li dijî malbateke navçeya Eyn Îsayê pêk hatiye şermezar dikin. Ji ber armanca dagirkeriyê ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

Osman di dawiyê de got dîroka dagirkeriya Tirk tijî sûc û komkujî ye, mîna komkujiya Sêfo, Şengal û hwd ji sûcên li pêş çavên tevahî cîhanê pêk anîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tPFAyWf8EhQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>