Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir

Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê li Beyrûtê bi daxuyaniyekê got, komkujiya li Şengalê rûreşiya dewletên ku  îdiaya parastina mafên mirovan dikin e. Kongreya Star banga qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir
3 tebax, 2021   16:12
BEYRÛT

Endamên Kongreya Star a Lubanên li Beyrûtê kom bûn û bi daxuyaniyekî şehîdên komkujiya li Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an pêk anîbû, bi bîr anîn. Di kombûnê de wêneyên qurbaniyên hatibûn vekirin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li dijî civaka êzidî ya li Şengalê hate şermezarkirin û hate gotin: "Ev roj xaleke reş li eniya dewletên ku îdiaya demokrastî û mafên mirovan dikin e. Ev qirkirin ne tenê li dijî kurdên êzidî bû, lê belê armanc jê hebûna tevahî kurdan bû da  ku koka wan a dîrokî û çanda resen ji holê rake."

Her wiha gotin ku civaka êzidî ya berxwedêr tevî zêdekir 73 fermana ku li ser wan hatine meşandin lê ji bo parastina çand, ziman û hebûna Kurdan li ber xwe da.

Kongreya Star dewlet û hêzên ku di vê komkujiyê de bûn hevkar şermezar kir û wiha pê de çû: " Ji naverasta paytexta Lubnan Beyrûtê em banga adaleta ji bo civaka êzidî dikin ku bi komkujiyan re rû bi rû man û bi hezaran jin hatin firotin, zarok hatin revandin û ciwan birin cihên ne diyar ku hîn jî çarenûsa wan ne diyar e. Ev trajidî li pêşberî bêdengiya herêmî û navneteweyî pêk hat. Ambaroya ku niha li ser Şengalê hatiye ferzkirin, bomebebarana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ku li pêşberî çav û guhên civaka navneteweyî tên kirin, azarên êzidiyan zêdetir dike."

Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de banga cezakirina kesên li pey vê komkujiyê kir, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di destûra Iraqê de qebûl bikin.

 (eh)

ANHA