​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû

Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi hilbijartina hevserok û endamên meclisa yekitiyê bi dawî bû.

​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn bi dawî bû
3 tebax, 2021   16:49
ŞEHBA

Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya 4'emîn vê sibehê bi dirûşmeya "Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qiririna Şengalê û dagirkirina Efrînê ye" li hola Mîtan a navçeya Ehdas  a Şehbayê dest pê kir.

Piştî axaftinan, endama yekitiyê Orîvan Menan rapora xebata 4 salên borî ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê xwendin. Piştre beşdaran li ser nîqaş kirin.

Hevserokê yekitiyê Mistefa Nebo rêzikname xwend, li ser nirxandin û nîqaşên beşdaran hin guhertin tê de çêbûn.

Piştre ji bo avakirina meclisa nû ya yekitiyê hilbijartin pê hatin.

Eyşe Seydo û Hisên Hesen wekî Hevserokên Yekitiya Êzidiyên Herêma Efrînê hatin hilbijartin. Her wiha 11 endam hatin hilbijartin ku nûnertiya komîteyên meclisa yekitiyê dikin.

Konferans bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Şengalê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QbbIRKS7USk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>