​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê turnoveya voleybolê orgenîze kir

Yekitiya Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Xeta Rojava ya Gundewarê Dêrazorê ya Herêma Sifêra bi hevkariya Rêxistina Marî ya Geşepêdanê turnoveya voleybolê orgenîze kir.

​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê turnoveya voleybolê orgenîze kir
3 tebax, 2021   15:25
DÊRAZOR

6 tîm beşdarî turnoveyê bûn, 5 ji xeta rojhilat a Dêrazorê ne û yek jî ji xeta rojava ne. Tîma Ebû Hemam û tîma Nadî El-Cerzî gihiştin qonaxa dawî ya turnoveyê .

Têkildarî vê turnoveyê berpirsê Nivîsgeha Lîstokên Komî ya Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê Yasîn El-Xelef got: "Bi sponseriya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û bi çavdêriya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Yekitiya Werzîşê, Nivîsgeha Lîstokên Komî bi însiyatîfa rêxistinkirina turnoveya voleybolê rabû. 6 tîm tev li vê turnoveyê bûn, yek ji xeta rojava ye û 5`ên din jî ji xeta rojhilat in, ev tîm li ser du koman hate belavkirin, her komek ji 3 tîman pêk dihat."

Berpirsê nivîsgehê têkildarî tîmên ku bi ser ketin jî got: "Tîma Ebû Hemam di rêza yekemîn de û tîma El-Cerzî di rêza duyemîn de bi ser ketin, rêxistina Marî ya Geşpêdanê xelatên madî û manewî dan her du tîman."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cvwvSz5YeLQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>