​​​​​​​Şêniyên Şengalê şehîdên fermana 73`an bi bîr anîn

Şêniyên Şengalê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an, 5 deqeyan rawestîn.

​​​​​​​Şêniyên Şengalê şehîdên fermana 73`an bi bîr anîn
3 tebax, 2021   09:29
ŞENGAL

Her sal bi hatina salvegera komkujiya (Ferman) Şengalê re Êzidîyên li tevahî cîhanê û Şengalê çalakiyan ji bo bîranîna qirkirina Êzidî, çalakiyan li dar dixin.

Îro li Şengalê ji bo dilsoziya ji şehîdan re, şênî 5 deqeyan sekinîn û bang li civaka navneteweyî kirin ku itîrafê bi qirkirina Êzidiyan bike û destekê bide Rêveberiya Xweser a Şengalê.

Her wiha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser banga Rêveberiya Xweser 5 deqeyan rawestîn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OpNqckzk420" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>