'Li Şengalê qirkirina etnîkî pêk hat û divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin'

Mala Êzidiyan û Yekitiya Êzidiyên Efrînê gotin li Şengalê di sala 2014'an de qirkirina etnîkî pêk hat. Meclisa navçeya Dêrikê jî banga piştgirî û naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

'Li Şengalê qirkirina etnîkî pêk hat û divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin'
'Li Şengalê qirkirina etnîkî pêk hat û divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin'
'Li Şengalê qirkirina etnîkî pêk hat û divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin'
3 tebax, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 3'yê Tebaxê, heftemîn salvegera fermana 73'emîn a ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî civaka Êzidî pêk aniye.

Têkildarî mijarê, Mala Êzidiyan a Cizîrê û Yekitiya Êzidiyên Efrînê, du daxuyanî ji hev cûda dan.

Daxuyaniya Mala Êzidiyan a Herêm Cizîrê  li ber Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Mala Êzidiyan destnîşan kir ku tişta ku li Şengalê qewimî hewleke qirkirina etnîkî li dijî civakek ewledar bû ku êrişî kesî nekir û neheqî li kesî nekir. Şengal dîrok, mîras û arşîveke bedew a stranan e. Çima Şengal hedef girtin?

Mala Êzidiyan da zanîn ku çima dewleta Tirk israr kir ku civaka Şengalê li pêşiya çavên mirovahiyê û çapemeniya wê, tune bike û di heman rojê de baregeheke xwe li li Beşîqa ku wekî paytexta çandî ya Êzidiyan vekir.

Mala Êzidiyan bal kişand ser ên ku parastina Şengalê kirin û got:"Silav ji her kesê/a ku parastina Şengalê kir û silav ji her endamek YPG'ê û YPJ'ê re ku ew bi dilsozî û bi hêviya ku ji bo Şengal, mîras û civaka wê şehîd bibe. Îradeya Şengalê di rêvebirina xwe de ye, rêveberiya Şengalê dê wekî darek şîn bimîne ku siya xwe dide her kesê ku ji Şengalê hez dike."

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû, daxuyanî radestî navenda Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê bi sedan endamên Yekitiya Êzidiyan û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl li pêşiya hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê Orîvan Menan  daxuyaniya yekitiyê xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya li dijî şêniyên Şengalê ku DAIŞ`ê pêk aniye, zarok û jinên Êzidî kuştin û jin frotin hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de behsa hevkariya dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a ji DAIŞ`ê re kir ku hiştin bi hêsanî ew terorîst derbasî Şengalê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo rizgarkirina Şengalê û xilaskirina gelê wê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê, fedekariyên mezin dan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî hat kirin ku çarenûsa kesên hatine revandin eşkere bibe û komkujî wek jenosîdê û Rêveberiya Xweser a Şengalê bên naskirin û piştgirî jê re were pêşkêşkirin.

DÊRIK

Li Dêrikê jî bi heman boneyê meclisa navçeyê daxuyanî da û bang kir ku divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin û piştgiriya Êzidiyan were kirin.

Meclisê di dauxyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya li dijî Êzidiyan, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, hikumeta Iraqê, çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve plankirî bû û armanc jî tunekirina pêkhateyên Şengalê bû.

 Meclisê di dawiyê de bang kir ku piştgirî ji Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî re were dayîn.

(dx-şx)

ANHA