Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
3 tebax, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û wir ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê bi şertên tecrîda giran tê girtin.

Herî dawî 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû û axaftina wan hatibû birîn.

Parêzerên rêber OCalan piştî 8 salan 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve bersiv nedabûn ti serlêdanan.