QSD: Bi operasyonên cuda li Hesekê 2 DAIŞ`î hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk bi du operasyonên cuda li gundewarê Hesekê 2 çeteyên endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin.

QSD: Bi operasyonên cuda li Hesekê 2 DAIŞ`î hatin girtin
31 tîrmeh, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku bi destekdayîna hewayê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, wan bi operasyoneke ewlehiyê li gundewarê Mergede ya başûrê Hesekê serçeteyekî şaneyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtiye.

Li gorî malpera QSD`ê, çeteyê hatî girtin çek derbas dikirin û şaneyan re dibirin û agahî didan DAIŞ`ê da ku bûyerên kuştinê pêk bînin û aramiya li herêmê têk bibin. Her wiha çek û alavên pê re hatine desteserkirin.

Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî QSD`ê bi operasyoneke hevbeş tevî Koalîsyona Navneteweyî, li gundê Sawî yê gundewarê Holê yê li rojhilatê Hesekê endamekî girîng ê şaneyeke DAIŞ`ê girtin û alavên pê re desteser kirin. Çeteyê hatî girtin malbat û serçeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê derdixistin, her wiha li kampê di nava şaneyeke ewlehiyê ku bûyerên kuştinê pêk dianî de kar dikir.“

QSD`ê piştrast kir ku ev operasyona di çavçoveya xebatê hevbeş ê bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo tunekirina terorê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmê, tên lidarxistin.

(cx)