​​​​​​​KNK: Tişta li Konyayê çêbûyî wehşete û komkujî ye

Konseya Rêveber ya KNK’ê got êrişa nîjadperest a li Konyayê wehşet û komkujî ye û bang li her kesî kir ku li hemberî vê wehşetê rabin ser piyan.

​​​​​​​KNK: Tişta li Konyayê çêbûyî wehşete û komkujî ye
31 tîrmeh, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê êrişa nîjadperest a li navçeya Meram a Konyayê ku ji malbata Dedeogûllari ya ji Qersê 7 kes hatin kuştin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Duh êvarî li bajarê Konya yê li navçeya Meramê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbatekî Kurd kirin, 7 kes qetil kirin û xanî jî şewitandin. Êrîşa li ser vê malbatê ne nû ye, di 12ê Gulana îsal de, komekî nîjadperestên Tirk ku hejmara wan ji 60 kesan zêdetirbûn, êrîşê heman malbatê kiribûn, endamên malbatê birîndar kiribûn û gefên kuştinê li wan xwaribûn.

Tişta li Konya yê çêbûyî tiştek ji rêzê nîne. Wehşete û komkujî ye. Eve demeke li metropolên Tirkiyê (Îzmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya hw.d.) êrîşên vî rengî li dijî Kurdan pêk tên. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndarbûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serêxwe ne. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve, ji aliyê hikumeta AKP-MHP-Ergenekonê ve têne organîzekirin. Êrîşkar jî ji aliyê wan ve têne parastin. Amanca van êrîş û êrîşkaran, bi vî rengî Kurdan bi tirsînin, bê rêxistin bihêlin, teslîm bigrin û tine bikin. Dewleta Tirk di vî warî de xwedî tecrûbeye. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, heman tişt anîn serê gelê Ermen û Yewnanan jî. Êrîşên li ser wan jî, vî rengî destpêkir û paşê jî qirkirin (Jenosid). Planê dewleta Tirk yê li ser Kurdan jî ewe.

Gelê me di bin êrîşekî ya tinekirinê de ye, em di bin tehdît û xeteriya qirkirênê de ne. Divê ev rastî bê dîtin û divê em gorî vê rastiyê tevbigerin. Li hember van êrîş û êrîşkaran, divê kesek gav paşve neavêje, divê bi awayekî rêxistinkirî parastina cewherî bê pêşxistin. Teybetî Kurdên li metropolên Tirkiyê, divê xwe baştir rêxistin bikin û xwe bi rêxistinî biparêzên.

Bi vê munasebetê; em bang li tevayî gelê Kurdistanê dikin ku li hember vê wehşetê bê deng nemînin, xwe rêxistin bikin, di nava tevgera azadiyê de cihê xwe bigrin, dijê êrîşkaran rawestin û xwedî li mexdûran derkevin. Dijmin çi bike bila bike, em heqin û li ser rêya heqiyê ne û emê serbikevin.

Herweha em bang li reya giştî ya cihanê, hêzên demokratîk û mirovparêz dikin ku wehşeta dewleta Tirk bibînin û piştgiriya tekoşîna azadiya gelê Kurd bikin.