Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr 52 roj in revandî ye

PDK`ê beriya du rojan endamên têkiliyan ên PYD`ê yên demeke berê revandibûn, serbest berdan. Lê belê ev 52 roj in hîna çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser ê ku hatiye revandin, ne diyar e.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr 52 roj in revandî ye
31 tîrmeh, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye.

Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê, her du endamên PYD`ê ji ber ku tu tawanên li dijî wan nehatin îsbatkirin, bêyî ku bên darizandin hatin berdan.

Nûnertiyê ji Rojnewsê re daxuyand ku wan xwestiye neberdana nûnerê xwe Cîhad Hesen nas bikin, lê belê bersiva wan nehatiye dayîn.

Ev kiryarên PDK`ê di çarçoveya binpêkirina hemû rêgezên diplomasiye yên navneteweyî de pêk tê, ku li gorî wan rêgezan nabe ku siyasetmedar an diplomat bêyî behane an tawaneke zelal li dijî wan hebe, werin revandin an binçavkirin. Heke hatin binçavkirin jî divê aliyên ku kes girêdayî wan in, werin agahdarkirin.

Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re diyar nekirine.

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û tê de got: "Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokator ên ku dewleta Tirk ên derxstina şerê navxuyî." Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.

Partiya Yekitiya Demokratîk jî demeke berê banga berdana diplomatan kiribû û revandina wan wekî hedefgirtina PYD`ê û pêkanîna siyasetên dijminan bi nav kiribû.

(cx)

ANHA