​​​​​​​Malbatên şehîdan: PDK'ê dijminê Kurdan e

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û got: "PDK'ê bi vê hevkariyê dibe dijminê Kurdan."

​​​​​​​Malbatên şehîdan: PDK'ê dijminê Kurdan e
31 tîrmeh, 2021   04:20
HELEB – ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişê Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Di rojên dawî de PDK'ê bi hevkariya faşîzma dewleta Tirk hêzên xwe şandin herêma Metînayê da ku beşdarî êrişên dagirkirin û qirkirina kurdan bibin.

Malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Bavê şehîd Dîrok, Emîn Mihemed got, berxwedana gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê êrişên dagirkeriya Tirk şikandin û nehişt ku dagirker li herêmê pêşde biçin.

'GERÎLA BAŞÛR JI DAGIRKIRINÊ DIPARÊZE'

Mihemed destnîşan kir ku PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên partiyetî beşdarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla dibe û got: "Em şerê Kurd bi Kurd qebûl nakin, ne ji gerîla bûya wê niha Başûr dagirkirî ba."

Emîn Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk û PDK'ê wê nikaribe gerîlayan tune bike, ji ber ku gerîla ji bo doza xwe û azadiya gelê xwe li ber xwe dide.

'DIJMIN NABE DOST'

Bavê şehîd Xebat Qendîl, Elî Hesen jî diyar ku PDK'ê di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Metîna û kurdan de dibe hevkar û got, bila PDK'ê bizanibe ku dijmin nabe dost.

Hesen bang li PDK'ê kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne û wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze kurdan qir bike, ji ber ku dagirkeriya Tirk ne tenê şerê PKK'ê dike, di heman demê de şerê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike."

Elî Hesen her wiha got, tunekirina gerîla tê wateya tunekirina Kurdistanê di serî de PDK'ê ye.

'YÊ KU BEŞDARÎ DAGIRKIRINÊ BIBE DIJMINÊ KURDAN E'

Dayika şehîd Viyan, Sedîqa Mihemed axivî û wiha got: "Keça min ji bo doz û rûmeta gelê xwe li hemerî êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Kurdistanê şehîd bû. Lê em dibînin PDK'ê ya ku îdiaya kurdiyatiyê dike li kêleka dagirkeriya Tirk disekine. Dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî sûcan dike û li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê zarokên me dike."

Sedîqa Mihemed, PDK'ê ya ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê dibe hevkar bi dijminê gelê Kurd bi nav kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/im3_lj7xlhU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>