HBDH: Wê besiva êrişên faşîst û komkujiyan were dayîn

Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî li dijî komkujiya nîjatperest a Tirk a li Konyayê daxuyanî da û got, “Em ê hesabê hemû komkujiyên faşîst bixwazin.”

HBDH: Wê besiva êrişên faşîst û komkujiyan were dayîn
31 tîrmeh, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

HBDH'ê got, ''Bila ti kes şik û gumanê neke, wê bersiva van êrîşên faşîst û komkujiyan were dayin.

Faşîzm ne hêzeke wiha ye ku mirov nikaribe li dijî wê têbikoşe û têk nebe. Çi kesê ku wê weke hêzeke ku mirov nikaribe heq jê derkeve nîşan dide, dijmin bixwe ye.''

HBDH'ê bi berdewamî got, ''Faşîzm bêyî ku şerê wê were kirin têk naçe. Rabin ser piyan! Qewetê bidin şerê dijî faşîzmê. Ji bo ku li dijî faşîzmê bi her amûrî bersivê bidin rêxistinî bibin. Faşîzm tê, hûn jî rahêjin çek.''

HBDH'ê herî dawî got, ''Em diyar dikin em ê hesabê hemû komkujiyên faşîst bixwazin û careke dî sond dixwin ku têkoşîna dijî faşîzmê em ê bi ser bixin.''