KCDK-E'yê li dijî polîtîkayên îmhayê bang kir

KCDK-E’yê destnîşan kir ku li Konyayê qetilkirina 3 jê jin 7 kesên ji malbata Dedeogûllari bi kontrola dewletê pêk hatiye û got: “Divê li dijî polîtîkayên îmha û êrişên sîstematîk, gelê me li her derê dakevin kolanan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin.”

KCDK-E'yê li dijî polîtîkayên îmhayê bang kir
30 tîrmeh, 2021   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) têkildarî qetilkirina malbata Kurd a li Konyayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

KCDK-E’ê bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropa kir ku dewleta Tirk û qetlîama wê protesto bikin.  KCDK-E destnîşan kir ku qetilkirina 3 jê jin 7 kesan a li navçeya Meram a Konyayê ya malbata Dedeogûllari bi kontrola dewletê pêk hatiye û got: “Dewleta Tirk a qirker, faşîst, qetlîamkar a li ser hev li Başûrê Kurdistanê têk diçe, şewata daristanan kir hicet û êrişên nîjatperestî belavî hemû Tirkiyeyê kir.

KCDK-E anî ziman ku bi êrişa îro ya li Konyayê rejîma faşîst a Tirk bi gotina; "Em ê hemû Kurdan qetil bikin" li gel hêzên ewlekariyê qetlîam kirine.

KCDK-E’yê êrişa qirker û qetlîama ku hişmendiya wê ya DAIŞ’ê ye şermezar kir û bang kir ku divê li her derê Ewropa welatî rabin ser xwe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. KCDK-E bang li hemû gelê xwe yên şoreşger, demokrat, rewşenbîr, Elewî, Misilman, Ermenî û bi kinahî bang li hermû mixalifan kir ku tê bikoşin, bibin yek û dakevin qadan û got: “Divê li dijî polîtîkayên îmha û êrişên sîstematîk, gelê me li her derê dakevin kolanan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin, dewleta Tirk a nîjatperest, qirker û serbir protesto û tehşîr bike.”