ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2021'AN
30 tîrmeh, 2021   23:00

-Kongreya Star li Girkê Legê û Tirbespiyê têkildarî êrişên hêzên PDK'ê yên li ser gerîlayan daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Çilaxa merasîmê bîranîna 13 şehîdên meha Tîrmehê li hola Çand û Hunerê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermanên li dijî Êzidiyan paşerojek bi êş û azar û pêşerojek ne diyar bi xwe re anîbûn. Lê belê fermana 3`yê Tebaxa 2014`an ev çember çirand, cara yekê bû ku êş û azara fermanê veguherî birêxistinbûn, xwebirêvebirina civakê û hêza xwe avakirinê. Ev pêşketin di çavên temen mezinên Şengalê de jî wek hêviyek mezin diçirise. Mam Keka û şêniyên gundê Xerbetê bi saya 40 çalan ji fermanê rizgar dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kîno Gabrîel diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji sedî 95 armancên xwe bi cih anîn û yekitiya xaka Sûriyê parast. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê amadekariyên vekirina navenda şûştina gurçikan li bajarê Qamişloyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çend kesên ku dema Rêber Abdullah Ocalan li kampê bû, pê re civiyabûn  bi van gotinan hestên xwe anîn ziman: "Tu kes nikare wesifê Rêber Ocalan bide, em çiqasî behsa wî bikin jî em ê nikaribin mafên wî bidnê, dema civînan wî dixwest di nav me de rûnê, xwe beşek ji gel didît û wan bingeha hêza xwe didît anku berovajî kiryarên ku serokên niha dikin ku ji peywiran hez dikin û  gelan qir dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku Hatim Ebû Şeqra "terorîst" e diviyabû navê wî di nava lîsteya reş a navneteweyî de be û destnîşan kir ku cezayên DYA`yê yên li ser çeteyên Ehrar El-Şerqiye dibe ku peyameke hişyariyê ji dewleta Tirk û komên çete yên li herêmên dagirkirî re be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bavê pitika bi navê Ciwana Hisên a ku  ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê ferz kiriye jiyana xwe ji dest da, banga vekirina lêpirsînekê derbarê mirina pitika xwe de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Jozêf Lehdo diyar kir ku rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser e û bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Rûsya dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û got: "Bi hevgirtina xwe em planên wan têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Navenda Lêkolînên Jinelojî ya Kobanê bi civînekê encmên serjimariya ku derbarê sedema xwekuştina jinan de amade kiribû eşkere dike, saet, 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û got: "PDK'ê bi vê hevkariyê dibe dijminê Kurdan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA