​​​​​​​Jozêf Lehdo banga naskirina Rêveberiya Xweser li civaka navneteweyî kir

Jozêf Lehdo diyar kir ku rêya yekana ya çareserkirina aloziya Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser e û bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.

​​​​​​​Jozêf Lehdo banga naskirina Rêveberiya Xweser li civaka navneteweyî kir
31 tîrmeh, 2021   01:56
REQA – XALID El-CÛMA

Di dirêjahiya 10 salên borî de, aloziya Sûriyê sal li pey sal kûrtir dibe bêyî ku tu çareserî werin dît. Çavdêr diyar dikin ku sedema dirêjbûna temanê aloziyê serhişkiya hikumeta Şamê ye ku diyalogan bi aliyên din ên Sûrî re red dike.

Rêveberiya Xweser wekî çareseriya yekane ya xilaskrinia Sûriyê ji krîzê re tê dîtin, ji ber ku pirrengiya civakî ya Sûriyê diparêze, banga nenavendîbûnê dike û hemû pêkhate, ol û mezheban hembêz dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo ji ANHA'yê re axivî û bang li gelê Sûriyê kir "Çarenûsa xwe diyar bike, rêya xilasiyê bibîne, bi nêrîneke hevpar nîjadperestiyê bi dawî bike û ji bo pêkanîna demokrasiyê ya bi rêya projeya Rêveberiya Xweser bixebite."

Lehdo nêzîkatiyên hikumeta Şamê ya neqebûlkirina diyalogan renxe kirin û got: "Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dixwaze alozî were bidawîkirin, vê alozî gel tengav kiriye, ji destpêka vê aloziyê ve  bi mîloyan mirov penaber û koçber bûn."

Jozêf Lehdo diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehên sereke mîna yekitiya gelê Sûriyê dixebite, siyaseta kolekirina pêkhate, an netewe an jî mezhebekî qebûl nake û wiha domand: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyaran ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş dike, pêşniyarên wê jî girêdayî rêveberiyeke demokratîk, nenavendî ku edalet û wekhevî di navbera hemû pêkhateyan de pêk bîne."

'DIVÊ ÎTÎRAF BI NETEWEYÊN LI SÛRIYÊ WERE KIRIN'

Lehdo di berdewama axaftina xwe de banga rêzgirtina li hemberî pirrengiya neteweyî û olî ya li Sûriyê kir û got: "Divê îtîraf bi neteweyên li Sûriyê were kirin, ji ber ku Sûriyê mîna tevnekê ye ku bi ol û neteweyan rengîn e û bi wê re da ku Komara Sûriyê were avakirin ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike û yekitiya gel û xaka Sûriyê biparêze."

Jozêf Lehdo diyar kir ku Rêveberiya Xweser tu pêkhate paşguh û înkar nekiriye, mafên hemû pêkhateyan ên olî, çand, perwerde û ziman misoger kiriye û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser bi zend û bendên şêniyên herêmê hatiye avakirin, xwe dispêre rêgezên tevkariyê, her herêmek ji aliyê şêniyên wê ve tê birêvebirin."

Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike û wekî çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re bi nav kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin û wiha bi dawî kir: "Her çiqasî ku temenê alozî dirêj bibe divê çareserî hebin, Rêveberiya Xweser jî çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wuG3fMctE8k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>