Şêniyên Cizîrê êrîşa nijadperest ya li Konyayê şermezar kirin

Xelkê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” daketin kolanan û êrîşa nijadperest ya faşîstên AKP-MHP’ê li Konyayê şermezar kirin.

Şêniyên Cizîrê êrîşa nijadperest ya li Konyayê şermezar kirin
31 tîrmeh, 2021   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî êrîşa nijadperst ya li navçeya Meram a Konyayê ku di encamê de 7 endamên malbata Dedeogûllari hatin qetilkirin, şêniyên navçeya Cizîrê ya Şirnexê daketin kolanan û êrîş şermezar kirin.

Gel ku li gelek taxên navçeyê daket kolanan, bi meşekê êrîşa nijadperest protesto kir. Gel hêrsa xwe bi dirûşmeya “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” nîşan da.

(cx)