Yekitiya Hunermendan ji bo zarokên sêwî çalakiyek li dar xist

Bi armanca kêfxweşkirina zarokên sêwî yên di Komeleya Lênihêrîna Zarokan a li taxê Şêxmeqsûdê de, Yekitiya Hunermendan a Helebê çalakiyek organîze kir.

Yekitiya Hunermendan ji bo zarokên sêwî çalakiyek li dar xist
23 tîrmeh, 2021   12:35
HELEB

Çalakî ku ji aliyê Yekitiya Hunermendan a Helebê ve hat organîzekirin, 15 hunermend û wênexêzan, beşdarî çalakiyê bûn.

 Hunermendan û wênexêzan, li ser dîwarê avahiya komeleyê wêne xêz kirin û nivîsên li ser paqijiyê, nivîsandin.

Hevseroka Yekitiya Hunermendan Yara Hisko diyar kir ku ew wek hunermend erka wan e ku zarokên sêwî kêfxweş bikin û ev çalakî bi boneya cejna Qurbanê hat lidarxistin.

Hunermend Hesen Mihemed jî stran ji zarokan re got.

Komeleyê Lênihêrîna Zarokên Sêwî li beşa rojhilat a taxê Şêxmeqsud  a bajarê Helebê bi destekdayîna meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûdê, Eşrefiyê û Heyva Sor a Kurdî sala 2020'an de, hat vekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/heHZg3X0i4k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>