Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Erebistana Siûdiyê ve 3 leşkerên iraqî hatin kuştin.

Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin
23 tîrmeh, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî hikumetê ji kanala El-Hura ya Amerîkayê re ragihand ku di encama êrişeke rêxistina DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Siûdiyê ve leşkerên iraqî bûn qurban.

Berpirsê Retbe Îmad Mişel got çeteyên DAIŞ`ê bi çekên navîn û sivik êrişî nuqteyeke ewlehiyê ya nêzî herêma Tebeat a girêdayî herêma Retbe ya li rojavayê Enbar kirin û di encamê de du yekîneyên hêzên artêşê yên girêdayî Ferqa Yekemîn û endamekî hêzên Heşed El-Eşairî hatin kuştin.

Mişel da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê bi giranî birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneya Retbe ya giştî û di encama şer de serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin.

Li gorî AFP`ê ev êriş piştî 4 rojan ji teqandina bombeya ku êvara cejna Qurbanê li bazara Wehîlat a Sedirê li rojhilatê paytexta Iraqê Bexdayê ye pêk hat, di encama wê teqînê de bi kêmanî 36 kes hatin kuştin û 62 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, terorîstekî xwekuj ev teqîn pêk anî.

Têkildarî mijarê bangên hesabxwestina ji berpirsyarên ewlehiyê yên li paytextê derketin holê û tê zanîn ku di demên dawî de gelek teqîn li Iraqê rû dan û burcên veguhestina enerjiya kehrebê dihatin armanckirin.

(eh)