Sozdar Avesta peyamek ji kongreya MXDŞ`ê re şand

Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke nivîskî ji bo kongreya Meclisa Xweser a Şengalê de şand û diyar kirk u ew ê her timî di xizmeta civaka  Êzidî de bin.

Sozdar Avesta peyamek ji kongreya MXDŞ`ê re şand
23 tîrmeh, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

4`emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li hola Azadî ya Şengalê bi peyam û axaftinan berdewam dike. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico di axaftina vekirinê de balê kişand ser armanca sereke ya kongreyê û got:“Armanca me ne tenê çareserkirina pirsgirêka Şengalê, çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê ye.” 

Piştî axaftina vekirinê, sînevizyoneke ku derbarê fermana 2014’an, berxwedana parastin û rizgarkirina Şengalê û xebatên avakirina pergala xweseriya demokratîk hatibû amadekirin, hate pêşandan.

 Piştî sînevîzyonê peyamên ku ji bo kongreyê hatine şandin, hatin xwendin. Gelek kesayet û sazî peyamên serkeftinê pêşkeşî kongreyê kirin. Namzeta Parlamentoya Iraqê Merwa Mirad Şêxkalo, Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd, namzetê PADÊ ya Parlamentoya Iraqê Şêx Semir, li ser navê fermandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr, li ser navê Êzidiyên Rûsyayê Mamoste Ezîz di peyamên xwe de bang li civaka Êzidî kirin ku ji bo parastin û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê kar û xebatan mezin bikin.

Her wiha Mala Êzidiyan ya Kantona Cizîrê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat û Meclîsa Eşayîrî ya Şengalê jî ji kongreyê re peyam şandin.

Yek ji peyamên herî girîng a ji kongreyê re hate pêşkeşkirin, peyama Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ye. Avesta di peyama xwe de balê kişand ser girîngiya lidarxistina vê kongreyê û got divê hemû pêkhate tevlî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin û herkes vê meclîsê wekî îradeya xwe bibîne.

Sozdar Avesta di peyama xwe de giraniyê da mijara Xweseriya Şengalê û ev nirxandin kir: “Xebata esasî xebata Xweseriya Demokratîk e, pêşengiya wê jî jin û ciwan dikin. Jin û ciwan xwedî li xweseriyê derdikevin û pêşengiyê dikin. Divê di meclisê de cih bigirin û pêşengiya xebatên avakirinê bikin.”

Avesta di berdewamiya peyama xwe de balê kişand ser kar û xebatên ji bo Xweseriya Şengalê û wiha domand: “Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo bidestxistina xweseriyê ev rojên girîng in. Fermana Êzidiyan li cîhanê wekî jenoside tê qebûlkirin. Parlamentoya Belçika û Holandayê biryara jenosîdê dan. Lê bi vê tenê têrî nake. Divê ev biryar bikeve meriyetê. Divê bi taybetî em ji xwe bawer bin. Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin.”

Avesta ev bang û hişyarî ji her kesî re kir û got: “Xweserî mafê me ye. Divê herkes zanibe, civaka Êzidî êdî xwe biparêze. Parastina xwe, rêveberiya xwe nikare teslimi kesî bike. Di qanûna Iraqê de jî ev heye. Dewleta faşîst a Tirk dixwaze rê li ber vê bigire. PDK jî bi heman awayî.”

Avesta diyar kir ku eger bi dewleta Iraqê re ev mijar baş were nîqaşkirin Iraq ji vê yekê re ne girtî û bi xebat û diyalogeke baş dikare ev pirsgirêk çaresere bibe. Sozdar Avesta bang li dewleta Iraqê kir ku mafên gelê Êzidî nas bike û got: “Tu zirara Êzidiyan ji Iraqê re çênabe. Berevajî vê jiyana hevpar misoger bike û modeleke nû pêş bixe.”

Avesta di peyama xwe de her wiha bang li Êzidiyên koçber û penaber jî kir da ku vegerin ser axa xwe ya pîroz û ev nirxandin kir: “Gelê me li kampan dîl hatiye girtin. Ji dîlgirtina Êzidiyan re bes e. Hemû bi têlan ve hatine dorpêçkirin, her roj konên wan dişewitin. Îradeya wan ji destê wan hatiye girtin. Em bang li gelê xwe dikin êdî vegerin ser axa xwe. Cih û warê xwe ava bikin. Encax bi vî rengî dikarin xwe azad bikin.”

Avesta destnîşan kir ku ev kongre ji hemû Êzidiyên li Êzidxan, Ewropa, Rûsya û welatên din ên cîhanê divê biryaran bigire û herkes, bi taybet jî civaka Êzidî ya li Ewropa ji bo Xweseriya Şengalê kar û xebatan mezin bike.

Sozdar Avesta bang li hemû ciwanên Êzidî jî kir tevlî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bibin û jinên berxwedêr ên Şengalê jî ji Êzidxana xweser a demokratîk re pêşengiyê bikin û bi van gotinan bang bi giştî civaka Êzidî kir: “Ez bang li hemû eşîr û bavikan dikim. Divê xwe xurt tevlî vê pêvajoyê bikin. Ev pêvajoyeke girîng û dîrokî ye, divê yekitiya xwe xurt bikin û berjewendiyên civaka Êzidî esas bigirin. Bang li hemû oldaran dikim, divê ew jî di meclisê de cih bigirin. Pêşengiya çandî, olî bikin.”

Avesta, di dawiya peyama xwe de bal kişand ser helwest û nêzîkatiya rêber Abdullah Ocalan a li hemberî civaka Êzidî û wiha bi dawî kir: “Em wek civaka Êzidî minetdarê Rêber Apo ne. Rêber Apo civaka Êzidî emanetê me kir. Cara din soza me ji bo Rêber Apo, em ê ji her demê zêdetir di xizmeta civaka Êzidî de bin.”

Peyama Avesta bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” ya beşdarvanên kongreyê bi dawî bû. 

Kongre dê du rojan berdewam bike.