Rêveberiya Pêşxabûr nahêle birîndarên QSD’ê, yekîneyên parastinê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

Rêveberiya dergehê Sêmalka da zanîn ku rêveberiya dergehê Pêşxabûr dest bi kiryarên bêserûber û zêdekirina astengiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê kiriye, bi wê re nahêle her kesê nêzî Rêveberiya Xweser e yan jî birîndarên QSD’ê, YPG û YPJ’ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe ku xwe derman bike û gelek gef li ajokaran xwarin heke birîndarên QSD’ê rakin.

Rêveberiya Pêşxabûr nahêle birîndarên QSD’ê, yekîneyên parastinê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
22 tîrmeh, 2021   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî vê yekê, rêveberiya dergehê Sêmalka daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê re li gorî nivîsandina forma tomarbûnê ye ku hêzên ewlekariyê ferz kiriye. Li gorî naveroka wê divê welatî heta erêkirina derbasbûnê yan jî redkirinê tê 48 saetan bisekine. Lê belê bersiv piştî hefteyekê yan jî 10 rojan tê.

Ji dema ku rêveberiya dergehê Pêşxabûr nivîsandina forma tomarbûnê bi kar tîne ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK’ê ferz kiriye, 106 daxwaz hatin redkirin, piranî daxwaz ên kesên nêzî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne û ew yek bi buhaneyên ewlehiyê ve girêdan.

Rêveberiyê dergehê nahêle birîndarên QSD’ê, YPJ, YPG’ê ku ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di şerê li dijî DAIŞ’ê û çeteyan de birîndar bûne derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ku werin dermankirin.

Asayîşa Dihokê gazî ajokarên ku birîndarên QSD’ê, YPG û YPJ’ê di Pêşxabûr re derbasî Başûrê Kurdistanê dikin ku li navendên tendurisiyê werin dermankirin, kir û gefa xistina zindanê li wan xwarin heke vî karî berdewam bikin. Bi wê re jî ajokar neçar man ku çavkaniya debara xwe bifiroşin."

(fr)

ANHA