Malbatên şehîdan: Kolandina gorên şehîdan rêbazê DAIŞ`ê ye

Malbatên şehîdan got binpêkirinên dewleta Tirk li ser goristanên şehîdan li bajarê Efrînê yê dagirkirî karekî dermirovî û derexlaqî ye û pştrast kir ku dewleta Tirk rêbazê DAIŞ`ê bikar tîne.

Malbatên şehîdan: Kolandina gorên şehîdan rêbazê DAIŞ`ê ye
23 tîrmeh, 2021   04:07
MINBIC – EHMED QERACA

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîi Izedîn di hedîtina bi ANHA`yê re sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana wê di karûbarên Sûriyê de, şermezar kir.

/kr/uploads/files/2021/07/22/185401_-.webp

Izedîn diyar kir ku sûcê herî dawîn ji dewleta Tirk li bajarê Efrînê (Kolandina gorên şehîdan) hemû nirxên mirovahî û exlaqî derbas kir binpê kir.

Izedîn wiha domand: "Dewleta Tirk îdia dike ku ew musliman e û her tim kiryarên dermirovî û derexlaqî ku hemû nirx, pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike, pêk tîne. Dewleta Tirk hewl dide parçeyên ji herêmê qut bike û vê yekê jî bi rêya guhertina demografî pêk tîne."

Izedîn bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke qanûnî ava bike da ku kiryarên dewleta Tirk û sûcên dermirovî ku li herêmên dagirkirî pêk tînin, rawestîne.

/kr/uploads/files/2021/07/22/185433_-.webp

Her wiha Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx jî got: "Di aliyê mirovî de gor tiştin pîroz in û nabe ku mirov bi wan bilîze. Kolandina goristana şehîdan weke kiriyarên DAIŞ`ê yên berê ne û niha dewleta Tirk heman rêbazî bikar tîne."

Mihemed El-Şêx kiryarên dewleta Tirk û xirabkirina gorên şehîdên Efrînê şermezar kir.

Mihemed El-Şêx wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd pîroz in. Canê xwe feda kirin da ku em bijîn. Lê ev yek ne li gorî xwesteka dewleta Tirk e."

Dewleta Tirk di hefteya borî de dîmen weşand û têde diyar dibe ku goristana şehîdan a bajarê Efrînê dikole û cenazeyê 35 şehîdan derxist û îdia dike ku ew gora komî ye.

 (bx)

ANHA