‛Serdana wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ji Sûriyê re, tevlêkirina herêmên dagirkirî li xaka Tirkiyê ye’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana wezîrê karên hundirîn ê dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re bi binpêkirina serweriya Sûriyê bi nav kir û şermezar kir û da zanîn ku ew serdan nîşaneya eşkere ya tevlêbûna herêmên dagirkirî ji xaka Tirkiyê re ye. Her wiha piştrast kir ku tu çareserî û aramî ji bilî derketina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî re tune ye. Li hember vê yekê NY’, Rûsya, hikumeta Şamê û Koalîsyona Naventeweyî berpirsiyar in.

‛Serdana wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ji Sûriyê re, tevlêkirina herêmên dagirkirî li xaka Tirkiyê ye’
22 tîrmeh, 2021   16:40
NAVENA NÛÇEYAN

Têkildarî bersivdana li ser serdana wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê di roja yekê ji cejnê de ji Efrîn û Ezazê yên dagirkirî re, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi binpêkirineke eşkere ya ji serweriya Sûriyê û eşkerekirina niyeta dewleta Tirk a tevlêkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî li erdnîgariya Tirkiyê re, wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu di roja Cejna Qurbanê de serdana Efrînga dagirkirî û herêmên Sûriyê yên dîtir ên di bin serweriya dagirkieriya Tirkiyê de kir. Her wiha bi wê re serdana gelek saziyên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê û herêmên dîtir çêkirine, kir. Dewleta Tirk ew sazî bi armanca pêkanîna siyasetên dagirkirî, guhartina nasnameya Efrînê û herêmên dîtir û tevlêkirina li ser Tirkiyê nû kirin.

Piştî dewleta Tirk ala, wêneyên Erdogan li qadan, li ser sazî û dibistanan bilind kirin, pereya Tirkiyê ferz kir û walîyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî danîn, ev serdan pêk hat. Bi wê re tê piştrastkirin ku dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dagirkirin, parçekirina Sûriyê û derbekirina tevahî bangên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûnên navneteweyî û mîsaqên wê li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê bin pê dikin, berdewam e.

Li gel serdana Suleyman Soylu ya ku piştrast dike dewleta Tirk hewl dide tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê bike, Erdogan jî demekê berê ji nû ve bajarê Varosha ya li Komara Qurbirsa Bakur vekir.

Her wiha NY’yê beriya 50 salî gelek biryar dan, ku Varosha dê girtî û vala bimîne. Ew jî bi sedema milkiyeta wê, bandorên wê yên siyasî yên girêdayî Qubirsê ne. Lê Erdogan tevahî biryar paşguh û bin pê kirin û ji nû ve vekir û hebûna Tirkiyê lê misoger kir.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku serdanên mîna van şermezar dikin, bang li tevahî hêzên parastina yekitiya Sûriyê û gelê wê dikin ku helwestên xwe yên dijberî sûcên dewleta Tirk û tevahî sûcên dîtir eşkere bikin.

Bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk û serdana dawî ya wezîrê hundirîn ê rejîma Erdogan ji Sûriyê re dihêle ku dagirkeriya Tirk herêmên dîtir dagir bike û sûcên xwe li dijî Sûriyê û gelê wê zêde bike.

Em piştrast dikin ku tu çareserî û aramî ji bilî derketina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê re tune ye. Her wiha NY’yê, Rûsya, hikumeta Şamê û Koalîsyona Navneteweyî bi awayekî yekser li hember sûcên dewleta Tirk berpirsiyar dibînin, divê helwestekê ji bo sînordarkirina van sûcên derqanûnî û derexlaqî re nîşan bibin."

(fr)

ANHA