Li Dêrikê çalakiyên meha çandê

Tevgera Çand û Hunerê, di çarçoveya çalakiyên meha çandê de, şahiyeke li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a Dêrikê li dar xist.

Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
Li Dêrikê çalakiyên meha çandê
21 tîrmeh, 2021   19:44
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê di çarçoveya meha çandê de bi diruşma "Bi çand û hunera demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi serkevin"  şahiyek li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer li dar xist. Bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê Elî Hacî axivî û got: "Çand û huner nasname û dîroka gelan e. Ji ber vê yekê divê em çandê pêş bixin û bixin xizmeta şoreşa Rojava."

Hacî diyar kir ku Tevgera Çand û Hunerê bi çalakiyên xwe xizmeta şoreşê dike.

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê û hunermend Mihemed Cûdî ku endamê Koma Tolhildan a Hesekê ye stran gotin.

Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YxcJp-6xR1I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>