​​​​​​​Şêx Raxib El-Faris: Rêveberiya Xweser nas bikin

Şêx Raxib Beşar El-Faris diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser diparêzin. El-Faris bang li welatan, Komkara Ereban û Meclisa Ewlehiyê kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin.

​​​​​​​Şêx Raxib El-Faris: Rêveberiya Xweser nas bikin
20 tîrmeh, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Eşîrên herêmê di Rêveberiya Xewser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwedî rol û cihekî girîng in û ji bo pêşxistina rêveberiyê têdikoşin û kar dikin. Yek ji şêxên qebîleya El-Zubeyde şêx Raxib Beşar El-Faris ji ajansa me re daxuyand ku ji berê ve têkiliyên kevnar û qewîn di navbera pêkhateyên herêmê û eşîrên wê de hene û got: “Wekî gel û pêkhateyên herêmê em ji berê de hevgirtî ne û têkiliyên dîrokî, têkiliyên biratiyê, bazirganiyê me tînin cem hev.”

Raxib Beşar El-Faris destnîşan kir ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê û derketina wê ji rêya azadî û demoksiyê ku bi perspektîfên ajandeyên derve ji rêya xwe derket, îstiqrar û ewlehiya li herêmê hate têkbirin û valahiyeke ewlehiyê derket û wiha dewam kir: “Şêniyên herêmê hesabên xwe ji nû ve di ber çav re derbas kirin û li ser spartina projeya neteweya demokratîk li hev kirin, ku banga jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dike.”

'RÊVEBERIYA XWESER NÛNERÊ SEREKE YÊ HEMÛ PÊKHATE Û CIVAKÊN HERÊMÊ YE'

El-Faris daxuyand ku di encama projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, destpêkê 3 rêveberiyên xweser li ser 3 kantonan hatin avakirin, heta ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. El-Faris got, ev rêveberî nûnerê sereke yê hemû pêkhate û civakên herêmê ye.

Şêx Raxib El-Faris diyar ku pêkhateyên herêmên yên Kurd, Ereb, Suryan û hwd ji bo xurtkirina rola Rêveberiya Xweser têkoşiyan û wiha lê zêde kir: “Pêkhateyên herêmê têgihîştin wê yekê ku Rêveberiya Xweser wê tu pêkhateyan li ser hesabê pêkhateyekî din dûr nexe. Ya girîngtir ew e ku Rêveberiya Xweser rola jinan xurttir kir.”

'EŞÎRÊN EREBAN XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERDIKEVIN'

El-Faris da zanîn ku pêkhate û eşîrên herêmê bi rêxistinbûna xwe di bin sîwana Rêveberiya Xwseser de karîbûn îstiqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û di oxira wê yekê de fedekariyên mezin da. El-Faris bi domdarî got: “Eşîrên Ereban projeya Rêveberiya Xwser diparêzin, ji ber ku ev rêveberî nûnera rewa ya hemû gel û pêkhateyên herêmê ye.”

El-Faris destnîşan kir eşîrên Ereban her tim banga xurtkirina rola Rêveberiya Xweser dikin da ku cihê xwe di qada navneteweyî de bigire û ji aliyê navneteweyî ve bê naskirin û got, Rêveberiya Xweser di hemû aliyên siyasî, xizmetgûzarî, civakî û leşkerî de gelek destkeftî bi dest xist.

Şêx Raxib El-Faris da zanîn ku gelek hêzên hundirîn û derve dijminahiya Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê dikin û wiha pê de çû: “Di demên dawî de hêzên hundirîn û derve li dijî me bûn yek û xwestin aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.”

Raxib El-Faris behsa komployên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi rêya derxistina fitneyê di navbera eşîrên Ereban de kir û got: “Hinek banga olê dikin lê bi komên çekdar, dewleta Tirk a dagirker û hêzên din re kar dikin. Ev hêz bi derxistina tevlîheviyê di navbera eşîran de dixwazin projeya neteweya demokatîk têk bibin. Peywendiya me bi eşîrên Ereban ên li hundirê Sûriyê û li derve hene da ku ciwanên xwe ji komployên li dijî wan tên sazkirin, hişyar bikin û bi pey fitneyên tayîfî, eşîrtî û mezhebî nekevin.”

'RÊVEBERIYA XWESER NAS BIKIN'

Şêx Raxib El-Faris bi navê pêkhateya Ereb û eşîrên Ereban bang li welat, Komkara Ereban û welatên Ewropayê kir ku Rêveberiya Xweser ku nûnertiya zêdetirî 5 milyon mirov dike, di aliyê siyasî de nas bikin û wiha dewam kir: “Gelek şandeyên ji welatên Ereban û welatên biyanî hatin herêmê û projeya me ya biratiya gelan û hevkarî û pirrengiya pêkhateyên herêmê di nava Rêveberiya Xweser de, ji nêz ve dîtin.”

El-Faris wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin, welatên Ereban û welatên biyanî dixwazin ku aştiya navxweyî û hevgirtina civakî û jiyana aştiyane biparêzin, divê Rêveberiya Xweser nas bikin.” El-Faris bang li Koalîsyona Navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin ku bi saya hêza wê ya leşkerî (Hêzên Sûriya Demokratîk) sê ribê xaka Sûriyê ji komên çeteyan û çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GkmkPwqqzPs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>