Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e

Êzidiyên li Sûriyê ji ber siyaetên rejîmên desthilat rastî paşguhkirin û înkarê hatin. Lê Rêveberiya Xweser bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê maf, çand û ola êzidiyan parast û saziyên wan ên taybet vekirin.

Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
Rêveberiya Xweser ji êzidiyan re destkeftî û hebûn e
20 tîrmeh, 2021   00:42
HELEB-HENAN MIHEMED

Koka êzidiyan di dîrokê de kevnare ye, ew ji gelên resen ên li herêma Kevana Zêrîn"Mezopotamya" ne û dîroka wan vedigere hezarên salan. Li gorî oldarên êzidî, dîroka êzidiyan vedigere 8 hezar sal, lê li gorî hin neqşên li herêmê, dîroka wan vedigere 3 hezar berî zayînê.

Êzidî li Kurdistanê hene ku di nava dewleta Tirk, Sûriyê, Iraq û Îranê de parçe kiriye, her wiha li Ermenistan û Georgiya hene.

Êzidiyên li Sûriyê li herêma Cizîrê "Serêkaniyê, Tibespiyê, Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê", li herêma Efrînê beriya dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk ve, li gelek taxên Helebê, hene. Di 2014’an de hejmara êzidiyên li Sûriyê gihaşt 50 hezarî. Lê niha serjimariyeke zelal tune ye, bi taybet bi dagirkeriya Tirk ji gundên êzidî li Efrînê û Serêkaniyê û koçberkirina wan, wêrankirina gund û perestgehên wan ên olî re.

ÊZÎDÎ Û RÛBIRÛBÛNA ÎNKAR Û PAŞGUHKIRINÊ

Li Sûriyê, di dirêjahiya hikumê desthilatên dorveger de, qedexe bû ku êzidî perestgehên xwe yên taybet ava bikin. Li ser êzidiyan şerîetên îslamê dihatin ferzkirin, ji mafên siyasî, olî û çandî bêpar bû û îtîraf bi ola wan nedihat kirin û wek mislimanan destûrên şerî yên îslamê dihatin bikaranîn. Heta xwendekarên êzidî neçar dikirin ku waneyên îslamê li dibistanan bistînin, tu nûnertiyên wan di dewlet û Meclisa Gel a Sûriyê de tune bûn.

Ji lew re li gundên dûr kom bûn û gelek azar kişandin, têkiliyên bi kesên din re her tim li ser tires û hişyariyê bûn.

Piştî Partiya Baasê hat ser desthilatê, nasnameya sûrî ji sedî 80 ji êzidiyan kişandin û mîna ku biyanî ne nêzîkî wan dibû. Ji ber vêyekê gelek ji temamkirina xwendinê bi dûr kevin, ji ber ku di zanîngehan de nedihatin qebûlkirin, ji mal û milkên taybet bi wan dihatin mehrûmkirin.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û şûnde û bi bangên mafên rewa yên pêkhateyên gelê Sûriyê, her wiha îsrara partiya Baas li ser zihniyeta şovenîzmê, Wezareta Edaletê ya hikumeta Şamê di 14’ê Sibata îsal de bi biryarnameyeke jimareya 7’an ji Qanûna Rewşa Kesayetî madeya 306 derxist. Naveroka wê jî girêdayî dozên şerî yên li hember êzidiyan e, jê jî zewac e û tu qanûnên taybet bi wan li gorî etnîkên din dernexist.

Biryarname eşkere bû, her wiha di dawiya wê de hate gotin: "Bi wê re, Qanûna Rewşa Kesayetî ya ku bi biryarnameya qanûnsazî ya jimareya 59’an a 1953’an hate weşandin erkeke divê di mijarên rewşa kesayetî de were pêkanîn. Ew jî ji bo civaka êzidî yên ji welatiyên Sûrî ye û dadgeha şerî xwedî taybetmendiyeke di nêrîna dozên şerî yên civaka êzidî ji welatiyên sûrî de ye."

Têkildarî vê yekê, endama Mala Êzidiyan ya Helebê Suheyle Îbrahîm wiha got: "Armanc ji biryarên ku êzidiyan paşguh dike, têkbirina hebûn, çewisandina nasname û çanda wan e. Lê em bi nasname û çanda xwe ve girêdayî ne û perwerdeyên bi ola me ne xumaveke li ser kaxezê ne."

'QEDEXE BÛ KU KOMÊN ÇAND Û HUNERÊ YÊN ÊZIDIYAN BIHATANA AVAKIRIN'

Mîna her olekê yan jî baweriyeke din, êzidiyên li Sûriyê hewl da komên xwe yên huner û çandî ava bikin da ku di bone û cejnan de mîna Cejna Çarşema Nîsanê (Çarşema Sor) nûnertiya wan bikin. Ji wan koman; Koma Êzidî ya navçeya Tirbespiyê ye ku çand û hunera êzidiyan dide nîşandan. Lê ji ber serdegirtinên saziyên ewlehiyê ji kom û endamên wê perwerdeyên xwe bi dizî li malan didîtin.

Li ser mijarê, damezrînerê Koma Êzidî Barzan Silo wiha got: "Armanca me vejandina çanda me ye. Me gotinên olî, şano û stran fêrî zarokan dikirin da ku beşdarî şahiyên Çarşema Sor bibin. Lê em her tim ji hêla saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê ve rastî serdegirtinê dihatin."

Di 2008’an de oldaran dewre vekirin ku civaka êzidî ya Helebê fêrî rêûresmên olî bikin, lê dîsa jî ji hêla saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê ve rûbirûyî astengiyan bûn.

JI PAŞGUHKIRIN Û ÎNKARKIRINÊ BER BI VEKIRINA SAZIYÊN TAYBET VE

Şoreşa azadiya gelên bindest a di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de  ji Kobanê dest pê kir û li tevahî Rojava belav bû, ji êzidiyan re jî rêya yekane û ronahiya ji tarîtiyê ye.

Piştî ragihandina her sê kantonan; Kobanê, Cizîrê û Efrînê Hevpeymana Civakî hat sazkirin û di benda wê ya 32’yan de hat gotin, ola êzidî olekî serbixwe ye û mafên êzidiyan heye ku jiyana xwe ya civakî û olî bi rêxistin bikin û Qanûna Rewşa Kesayetî deynin. Bi wê re êzidiyan cihê xwe di şoreşê de girtin û xwe isbat kir. Pêngava yekemîn a êzidiyan vekirina komeleya wan li Efrînê, vekirina Mala Êzidiya  li gundê Qizilçoxê yê Amûdê bû ku jê jî Malên Êzidiyan li Tirbespiyê, Hesekê û Serêkaniyê yê dagirkirî jî hatin vekirin.

Konferansa 1’emîn a Jinên Êzidî di 2016’an de li Efrînê hat lidarxistin, bi wê re jinan xwe bi rêxistin kir û bi awayekî aktîf tev li Şoreşa Rojava ji hemû aliyên siyasî, leşkerî û civakî bûn. Piştre Komeleya Êzidiyan vegerandin Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ku bibe cihê berêdana civaka êzidî.

Êzidiyên li Sûriyê di 2019’an de avakirina statûyeke siyasî û civakî ya nû bi navêYekitiya Êzidiyên Sûriyê ava kir. Ev yekitî ji 5 saziyên êzidî yên huner û derve ve pêk tê; Mala Êzidiyan aa Herêma Cizîrê, Mala Êzidiyan a Siegen – Almanya, Kombûna Êzidiyên Sûrî-Almanya, Yekitiya Êzidiyên  Efrînê û Komeleya Kaniya Spî-Almanya.

Li Helebê jî, êzidiyan li gel pêkhateyên dîtir beşdarî berxwedana taxa Şêxmeqsûdê bûn û çeteyên dewleta Tirk têk birin.

Di 18’ê Îlona 2014’an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê bi hevkariya Komeleya Êzidiyan re ragihand ku ew ê madeya ola êzidî bi awayekî fermî derbasî dibistanên li gundên êzidiyan bikin.

Her wiha derbaskirina ola êzidî li fakulteya zanistên olî ya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo gaveke yekane li ser asta cîhanê ye. Di fakulteyê de 3 beş hene; ola îslamê, xiristiyan û êzidî.

DAIŞ Û TIRKIYE DI HEDEFGIRTINA ÊZIDIYAN DE YEK RÛ NE

Bi destpêkirina êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, êzidî jî bi xeteriya terora DAIŞ`ê re rû bi rû bûn, nexasim ku êrişî gundên êzidiyan ên li derdora bajarê Hesekê û Serêkaniyê kirin û 3 ciwanên êzidî qetil kirin, dûvre ciwanên êzidî ji bo parastina erd û gelên xwe tev li nava yekîneyên parastinê bûn.

Di êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra yên sala 2012’yan li ser Serêkaniyê de, şervana YPJ'ê Bêrîvan Êzidî bû şehîda yekemîn a êzidî li Rojava.

Li Efrînê jî piştî dewleta Tirk û çeteyên wê kanton dagir kir, perestgehên êzdiyan hilweşandin, mal û milkên wan talan kirin, her wiha êzidî revandin û qetilkirin û heta niha çarenûsa hinan ji wan ne diyar e.

Çeteyan li serê çiyayê Şêx Berekat ê raserî bajarokê Daret Izê mezintirîn goristana êzidiyan rûxandin û piştî sembolên êzidiyan jê rakirin, kir navenda çavdêriyê.

Çeteyan li ser êzidiyan ola îslamê ferz kir, li gundên wan ên Şadêrê û Baflonê avahiyên mêtîngeriyê û mizgeft ava kirin. Gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê jî yek ji şahidên sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan e, bi wê re dorpêç û ola Îslamê li ser wan ferz kir.

Li Serêkaniyê jî êzidî ji sûcên Tirkiyê û çeteyên wê nefilitîn, 9 gundên êzidiyan bi temamî vala kirin, mal û milkên wan talan kirin û li gundê Cantemir gor vekirin da ku li zêran bigerin. Çeteyan êzidî bi kafir wesif dikirin û îdia dikin ku êzidî miriyên xwe tevî zêr û mircanan vedişêrin.

Hevseroka Yekitiya Êzdiyan a Efrînê Sûad Hiso diyar kir ku tevî rewşa dijwar a ku êzidî li kampên Şehbayê ji beriya sê salan ve pê re rû bi rû ne jî, lê civaka êzidî heta vegera li ser erda xwe bi berxwedanê ve girêdayî ye.

YA HERÎ ZÊDE GEFÊ LI HEBÛNA ÊZIDIYAN DIXWE KOÇBERÎ YE

Ne tenê êrişên Tirkiyê û çeteyên wê gefan li hebûna êzidiyên li Rojava û Sûriyê dixwin, lê belê pêla koçberiyê jî ku ji salên 90`î ve êzidiyan dest pê kiriye sedemeke sereke ji sedemên kêmbûna hejmara êzidiyan û tunekirina hebûna wan e. Ev yek jî bi hevkariya hikumeta Alamyayê û dewletên din ên Ewropa pêk tê da ku li herêma Rojhilata Navîn, nexasim Mezopotamyayê hevgirtina çandî têk bibin û bi rêbazên din derveyî fermanên ku di pêvajoya dîrokê de li dijî êzidiyan pêk hatin, ola êzidiyan qir bikin.

Ji encamên neyênî yên pêla koçberiyê, hejmara êzidiyan li herêmên ku lê diman kêm bû, mînaka wê jî gundê Til Xatûn ê Tirbespiyê hejmara êzidiyan daket û ji sedî bû zêdetirî 80'î, anku ji zêdetirî 100 malbatî daket 6'an.

(fr-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tlqcAyaXDNY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>