​​​​​​​Pisporekî Efgan: Ji bo gelê Efganistanê dewleta Tirk dewleteke dagirker e

Pisporê kar û barên siyasî yê efganî Ruhullah Umer got: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji ber ku di bin banê NATO`yê de ya ku Efganistan wêran kir û gelê wê qetil kir, derbasî welatê me bûye."

​​​​​​​Pisporekî Efgan: Ji bo gelê Efganistanê dewleta Tirk dewleteke dagirker e
20 tîrmeh, 2021   02:53
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Tevgera Talîban demeke berê hişyarî da dewleta Tirk ku hêzên xwe li Efganistanê nehêle piştî ku hêzên navneteweyî yên bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Efganistanê vekişiyan. Talîban got, biryara dewleta Tirk a mayînê cihê şermezariyê ye.

Talîban di daxuyaniyekê de ev yek got: “Biryara fermandarên Tirk ne di cih de ye. Ew serdestî û yekitiya axa me bin pê dikin û li dijî berjewendiyên me yên nîştimanî ne. “

Piştî çend rojan ji ragihandina dewleta Tirk ku hêzên wê dê balafirgeha Kabulê biparêzin, tevgera Talîban ev daxuyanî da.

Der barê mijarê de pirsporê kar û barên siyasî yê Efgan Ruhullah Umer got, hêzên Tirk dagirker in û dê wisa bimînin.

Umer ji ANHA`yê re axivî û got: “Bê guman têkiliyên dîrokî û biratî di navbera me û Tirkiyê de hene. Em xwedî baweriyekê, mezhebekê û dîrokeke hevbeş in. Gelê efgan û tirk ji cîhad û azadiyê hez dikin. Lê niha dewleta Tirk bi hêzên Amerîkayê re di balafirekê de derbasî welêt bûn. Ji ber wê gelê efgan tu cudahiyê di navbera hêzên Tirk û hêzên Amerîkayê de nabîne. Ji ber ku her du hêz di bin banê NATO`yê de derbasî welêt bûn, ew wêran kir, gelê me kuşt û bajarên me topbaran kir. Em nizanin ew balafir ê kî ne, gelo yên Tirkiyê lê yên Amerîkayê ne? Lê em wê wek balafireke NATO`yê dibînin û hemû jî di bin banê wê de kar dikin.”

Umer bang li gelê Tirk û hikumeta Tirkiyê dikin ku ji welat û ji çarçoveya dagirkirinê derkevin û got: "Hemû dizanin ku em dewletên NATO`yê wek dewletên dagirker dibînin. Heke pêwîstiya me bi Tirkiyê çêbû, wê demê piştî erêkirina parlamentoyê û gelê efgan, em ê gazî wê bikin. Lê heke dewleta Tirk li gorî daxwaza Amerîka û dewletên rojavayî li vir bimîne, hemû li dijî vê yekê ne.”

Umer destnîşan kir ku li Efganistanê tu xeterî li ser Tirkiyê û li ser sînorên wê û dewletên hevalbendên wê tunene û ev pirsî: “Gelo çima dimîne, ji bo ku fitneyê di navbera me de derxe? Li şûna ku dewleta Tirk bibe beşek ji nakokiya 40 salî divê rola navbeynkariyê di navbera efganan de bilîze û wan li hev bîne.”

Talîban beriya çend rojan ragihand ku wê ji sedî 85 ji axa Efganistanê kontrol kiriye di nav de dergehên sînor ên stratejîk hene. Li aliyekî din desthilata Efganistanê ragihand ku ew amade ye şer bike da ku wan herêman vegerîne.

(şx)

ANHA