​​​​​​​Li Bexdayê teqîn: Nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li Medîne Sedir a Bexdayê teqînek di nava bazarê de pêk hat. Li gorî agahiyan, nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Bexdayê teqîn: Nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest da
19 tîrmeh, 2021   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên çapemeniya Iraqê, di saetên êvarê de li bazara Wehîlad a Medîne Sedir a Bexdayê di encama teqîna bombeyek de nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.

Îro Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê bi daxuyaniyek ragihand waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê dema ku amadekariyan dikir di cejnê de kiryarên terorîstî pêkbîne, hatiye girtin.