Aldar Xelîl: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e

Aldar Xelîl: Bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin û me îsbat kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e. Ji ber vê yekê divê em tevahî têkoşînê  xurt bikin da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û azadiya gelê xwe misoger bikin.

Aldar Xelîl: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e
19 tîrmeh, 2021   18:53
QAMIŞLO

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di pîrozbahiya li Qamişloyê de ya bi boneya salavegera 9’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî.

Aldar Xelîl di destpêkê de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya rasteqîn a şoreşê ye. Bi destpêkirina Bihara Ereban re piranî gel û alî li dijî rejîmên destpot serî hildan. Lê belê van şoreşan di navberoka xwe di hewldana çûna ser desthilatê hilgirtibûn û tu çare ji gelên bindest re pêşkêş nekirin. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingeha pêkanîna azadiyê ji tevahî gel û pêkhateyan re dest pê kir, ew şoreşa vîn û azadiya jinan e û di naveroka xwe de rihê biratiya gelan hilgirt."

Xelîl diyar kir ku bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serkeftin hatin qezenckirin û wiha domand: "Bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin û me îsbat kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e. Ji ber vê yekê divê em tevahî têkoşînê  xurt bikin da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û azadiya gelê xwe misoger bikin."

Têkildarî rewşa Sûriyê Xelîl wiha gotina xwe berdewam kir: "Hin hêzên derve yên herêmê û navneteweyî li xaka herêmê ji bo berjewendiyên xwe hene û nakokî di navbera wan de hene. Lê em nabin parçeyek ji vê nakokiyê bi tu aliyekî re, ne Îran, ne Amerîka ne jî hikumeta Şamê. Lê ji bo garantiya parastina gelê xwe û azadiya wê em ji her tiştî re amade ne."

Xelîd eşkere kir ku Rêveberiya Xweser çareya yekane ji krîza Sûriyê re ye, her wiha bi armanca piştgirî û xurtkirina Rêveberiya Xweser û pêşxistina wê dê di demeke nêz de hilbijartinê li dar kevin.

Girêdayî helwesta li ser diyaloga bi hikumeta Şamê re Aldar Xelîl wiha anî ziman: "Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyaloga siyasî pêkan e û Rêveberiya Xweser jî her tim amade ye ku bi hikumeta Şamê re ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bicive û diyalogê bike. Her wiha pêwîst e tevahî gel û pêkhateyên herêmê li dora Rêveberiya Xweser bicivin da ku armanca xwe pêk bîne."

Têkildarî rewşa Kurdistanê û êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber li dijî Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDK’ê pê re, Xelîl wiha got: "Bi rastina êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber li dijî Başûrê Kurdistanê û hêzên HPG’ê re tevkariyeke PDK’ê heye. Lê belê heke PDK’ê di êrişên li dijî hêzên gerîla de beşdar bibe, em li Rojavayê Kurdistanê bê deng namînin, dê Rojava bibe xwedî biryareke tund li dijî her hêzeke Kurd ku bi dijmin re hevkariyê dike û em ê li hemberî wê bisekin ku destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Aldar Xelîl li dawiyê bang li tevahî hêz û partiyên Kurd kir ku nekevin xefka planên dijmin Kurd.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZYolobsRQAY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>