Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir

Gerînendeya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê para yekemîn a mazotê li welatiyan belav kir.

Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê para yekemîn a mozotê belav kir
19 tîrmeh, 2021   16:15
TEBQA

Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê piştî ku para yekemîn a mazota germkirinê li gundê bakurê bajêr belav kir ku ji gundên Siwêdiyê, El-Cirniyê, Mehmûdiyê û Saykol pêk tê, li meclisên bajarê Tebqayê û Ayid û El-Bû asî jî belav kir.

Hevserokê Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê Faris El-Ezawî axivî û got:" Miqdara para yekemîn li gorî kartekê 220 lître mazot e, li aliyekî din jî hejmara malbatên ku navên xwe li gerînendeya sotemeniyê ya bajarê Tebqayê tomar kirine 53 hezar malbat in, belavkirina para yekemîn dê derdora 3 mehan berdewam bike anku heta para duyemîn ji belavkirina madeyê dest pê bike."

Bi hevkariya stasyonên sotemeniyê û navendên gazên malê, mekanîzmeyek ji bo xebata kartên sotemeniyê hate danîn da ku barên welatiyan sivik bibe û bihêsanî sotemeniya malê bi dest bixin.

Fairs El-Ezawî diyar kir madeya mazotê di vê demê de hate belavkirin da ku rê li pêşiya zexta muhtemel e di zivistanê derbikeve bigirin, ji ber ku Gerînendeya Sotemeniyê mazotê dide qada çandiniyê da ku zeviyên xwe av bidin.

Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê zexta li ser peydakirina gaza malê sivik dike, ji her karteke sotemeniya malbatê re mehane 10 lître gaz dide.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jWXJAR_xJqQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>