Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn

Kedkarê çapemeniya azad şehîd Mistefa Mihemed li ser gora xwe ya li goristana Şehîd Dicle hat bibîranîn.

Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
Kedkarê çapemeniya azad Mistefa Mihemed hat bi bîranîn
18 tîrmeh, 2021   18:11
KOBANÊ

Îro 18`ê Tîrmehê salvegera 5`emîn a şehadeta rojnamevan û nûçegihanê Ronahî Tv Mistefa Mihemed e. Mistefa Mihemed dema pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê 2016`an dişopand, gihaşt asta şehadetê.

Bi dehan rojnamevan, hevalên şehîd û malbata wî Mistefa Mihemed li ser gora wî ya li goristana Şehîd Dicleyê bibîr anîn.

/ar/uploads/files/2021/07/18/172631_dlwjan-bwzy.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Ajansa Jinê (JINHA) a li Kobanê Dilûcan Bozê axivî û got:"Şehîd Mistefa yek ji têkoşerên ku ji bo dengê rastiyê û dengê şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne cîhanê kar û xebat kir."

Dilûcan Bozê destnîşan kir ku şehîd Mistefa Mihemed bi raporên xwe piştgiriya şoreşa jinê û azadiya wê dikir, di heman demê de hewl dide maf û azadiya jinan misoger bike.

/ar/uploads/files/2021/07/18/172647_slah-mslm.webp

Dûvre serokê Edîtoriya Kovara Şeriq El-Ewsat El-Demokratî Selah Muslim axivî û soza şopandina rêya şehîd Mistefa û tevahiya şehîdên azadiyê da û ev lê zêde kir:"Şehîd Mistefa dem û jiyana xwe ji bo rastiyê bigihîne civak û cîhanê veqetand û ji bo xizmeta welatê xwe tucarî dudilî nedibû."

Dayika şehîd Mistefa bixêrhatina beşdaran kir û ev dirêjî da gotina xwe: "Min kurê xwe wenda kir, lê bi dehan keç û xortên li ser şopa şehîd Mistefa ne, kurê min di dil û bîra me de zindî ne."

Piştî axaftinan, beşdaran li gora şehîd Mistefa mûm vêxistin, piştre serdana gora nûçegihana me şehîd Dilîşan Îbiş kir

(eh)

ANHA