MLKP Kurdistan: Şoreşa Rojava di nava çolê de buharek belav kir

Rêxistina MLKP Kurdistanê salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, şoreşê nava çolê de biharek li Rojhilata Navîn belav kir.

MLKP Kurdistan: Şoreşa Rojava di nava çolê de buharek belav kir
18 tîrmeh, 2021   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina MLKP Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Şoreşa Rojava kete nav dîroka sedsala 21’emîn. Ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê deriyê azadiyê vebû. Di nava çolê de biharek li Rojhilata Navîn belav bû.

Şoreşa me DAIŞ a ku dewleta Tirk a faşîst piştgirî dida wê têk bir û ne bi tenê ya gelên Rojava, sempatiya gelên herêmê jî stend.

Şoreşa Rojava di sala xwe ya 9’emîn de ji qonaxeke dîrokî derbas dibe. Di van şertan de divê yekitiya stratejîk a gelan were kûrkirin, yekitiya siyasî ya demokratîk a neteweya Kurd were pêkanîn, bi komun û meclisan gel tevlî nav rêveberiyê bibe.

Şoreşa Rojava wê li hemberî teşeyên hebûnî yên emperyalîzma kapîtalîst têbikoşe û rêya xwe bidomîne.

Em komunîst em ê li her qadê ji bo Rojava bijîn û ji bo wê şer bikin. Ev tişt tê wateya girêdanbûna şehîd, gazî û gelên me.”