Kongra Gel: Şoreşa Rojava di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladek nû ye

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel bi boneya salvegera Şoreşa Rojava, helwesta gelê Rojava ya li hemberî êrişên dagirkeriyê silav kir û ji bo têkbirina faşîzma dewleta Tirk bang li Kurdistaniyan kir ku têkoşînê bilind bikin.

Kongra Gel: Şoreşa Rojava di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladek nû ye
18 tîrmeh, 2021   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel têkildarî salvegera 9`emîn a Şoerşa 19`ê Tîrmehê dauxyaniyek weşand.

Kongra Gel di destpêka daxuyaniya xwe de 9’emîn salvegera Şoreşa Rojava û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dil û can pîroz kir û şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anîn û wiha got: "Em deyndarên şehîdên xwe ne. Di salvegera şoreşê de em silav û rêzên xwe ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin."

Kongra Gel daxuyand ku Şoreşa Rojava di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladek nû ye û wiha dewam kir: "Li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo, ol û baweriyên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinê li hemberî DAİŞê şoreşa mirovahiyê pêşxistin. Bi bedelekî mezin tevahiya mirovahiyê ji felaketeke pir giran parastin.

Em bi vê wesîlê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê; Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî-Kildanî, Êrmenî, Tirkmen û ên din, bi coşa şoreşê silav dikin û serketinê dixwazin. Bê guman li hundur û derve gelek zehmetî û neyarên şoreşê heye. Lê belê em dizanin ku neyarê herî mezin ê şoreşê dewleta Tirk e. Berdewama dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, guhertina demografiyê, zor û zulma li ser gelê van herêman, ji bo Şoreşa Rojava êş û xeteriya herî mezin e. Bi vê wesîlê em berxwedana gelê Efrînê, berxwedana li Şehpa yê bi rêzdarî silav dikin û bawer dikin ku ev berxwedan ê sedî sed serbikeve, dewleta Tirk û çeteyên wî ê têk biçin."

Di dewama daxuyaniyê dehate gotin ku neyarên Şoreşa Rojava û gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, bi dorpêça aboriyê bi awayekî dixwazin ku şoreşê tengav bikin û teslîm bigrin û hate diyarkirin ku Netewên Yekbûyî jî li gor vê dorpêçê tevger dike û Rojava ji alîkariyên bêpar dihêle.

Kongera Gel destnîşan ku dorpêça siyasî û aborî ya li ser Rojava, di yekem rêzê de girêdayî siyaseta dewleta Tirk e û wiha lê zêde kir: "Çareserî jî bi tenê berxwedana Rojava çênabe. Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya neyartiya gelê Kurd, di hemû parçeyên Kurdistanê de çareseriyê jî bi hev re girêdaye. Yanî dijî dewleta Tirk bi berxwedaneke gelemperî û bi têkçûna pergela faşîzmê, di hemû parçeyan de ji bo gelên Kurdistanê deriyê azadî û demokrasiyê vedibe. Ji derveyî vê çareserî nîne.

Ji ber sekinandina li hember dagirkeriya dewleta Tirk û xwedî derketina Rêber Apo, em gelê xwe yê Rojava dil û can silav dikin û dibêjin pêwîst e ev helwest berdewam bike.

Gelê çar perçeyên Kurdistanê li welat û derveyî welat, di vê demê de li gel dostên xwe pêwîst e dijî dagirkeriya dewleta Tirk tekoşîna xwe bilind bike. Hedef têkbirina faşîzma dewleta Tirk e.

Li ser vî esasî em car din 9. Salvegera Şoreşa Rojava û Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bi dil û can pîroz dikin, ji bo gelê me serketinê dixwazin."

(cx)