Ciwanên Suryan konferansa xwe ya duyemîn li Qamişlo li dar xist

Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, bi diruşmeya "Bi rêxistinkirina ciwanên Suryanî, em ê bibin pêşengê avakirina Sûriyeke nû" îro konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Ciwanên Suryan konferansa xwe ya duyemîn li Qamişlo li dar xist
18 tîrmeh, 2021   12:48
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna endamên Yekitiya Ciwanên Suryanî, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, konferasn li hola El-Riwabî ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Berpirsê berê yê Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, Sibhî Meleka bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em wekî hêzên ciwan ku ji vîna gelê me yên Suryanî dest pê kirine, me ji roja yekem ve soz da ku em ê mafên gelê xwe û gelên bindest bi dest bixin."

Berpirsê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Yekitiya Suryanî de, Gabriêl Şemon got: "Em daxwaza azadiya serok Seîd Melekî û azadiyê ji hemû girtiyên di zindanên rêjîmên desthilatdar de dikin."

Tikldarî mijarê, Endamê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk, Nasir Nasro destnîşan kir ku ciwanan roleke pêşeng a girîng  bi rêya parastina axa xwe bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re, lîstin.

Di konferansê de nameyên pîrozbahiyê yên ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine şandin, hate xwendin.

Piştre sînevîzyonek der barê kar û çalakiyên Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî de hat pêşkêşkrin.

Tê payîn ku Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, dê çalakî û xebatên xwe yên salane binirxîne û sazûmaniya xwe ya rêxistinî nîqaş bike û serokatiya yekitiyê hilbijêre.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3rK6JTZUUlw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>