MSD: 19`ê Tîrmehê hêviyên gelê Sûriyê yên guhertina demokratîk temsîl dike

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) piştrast kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê çand û hêviyên gelê Sûriyê ên guhertin û veguhertina demokratîk, temsîl dike.

MSD: 19`ê Tîrmehê hêviyên gelê Sûriyê yên guhertina demokratîk temsîl dike
18 tîrmeh, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de gelê me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa xwe li dar xistin. Şoreşê ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê destpê kir. Ew kêliya ku bandoreke welatparêzî di nava sîstema rêveberî civakî de ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hişt.

Şoreş ji tevgera şoreşgerî ya Sûriyê di Adara 2011`an de ne dûr bû û heta astekî mezin nûnertiya çand û hêviyên gelê Sûriyê di guhertin û veguhertina demokratîk de, kir.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ji bingeheke teorîk û felsefeya şoreşê hate destpêkirin, ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê dest pê kir û nehişt ku şoreş ji xeta xwe ya rasteqîn derkeve. Li piraniya herêmên din ên Sûriyê yên di bin bandora ajnîdeyên herêmê û navneteweyî de tevlihevî û parçebûn di civaka Sûriyê de çêbûye. Di encamên siyasetên opozisyonê û hişkbûna rejîmê de tevgera şoreşgerî ji xeta xwe derket û veguherî aloziyekê giştî. Tevgera şoreşê li şûna ku hêviyên gel bi cih bîne, di nava 10 salan de  veguherî alozeke kûr kir, ev alozî zemîna derketina rêxistinên îslamperest ên tundraw yên ku ji çanda lêborînê ya gelê Sûriyê dûr in danî. Ev rêxistin ji aliyê QSD`ê ve bi hevakariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, hatin tunekirin.

Em weke MSD`ê salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê xwe pîroz dikin. Şoreşa ku wêneyeke diyar di nûnertiya armanc û hêviyên gelê Sûriyê de bi rêya guhertina demokratîk û pêkanîna veguhertina siyasî ji sîstemeke hişk û navendî ber bi sîstemeke ne navendî û demokratîk di sîstema Rêveberiya Xweser de, dike. Sîstema Rêveberiya Xweser bi tena xwe nimûneya ber bi çav ji biryara  navneteweyî ya 2245`an re ye û armanca wê pêkanîna sîstemeke demokratîke . Di heman demê de şerê fikrên radîkal û rêxistinên terorîst dike. Em bang li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û hêzên xwe yên niştîmanî û demokratîk dikin ku li hember berjewendiyên her kesê ku dixwaze welatê me Sûriyê parçe bike yan jî dagir bike û di serî de AKP`ê, yekitiya xwe ava bikin. Em piştrast dikin ku rizgariya ji aloziyê û bidawîbûna zehmetiyên gelê Sûriyê dê  bi rêya diyalog û lihevkirina siyasî di navbera hêzên muxalefeta niştîmanî û hikûmeta Şamê de be.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Sûriyê re li tevahî herêmên Sûriyê ji Qûneytra û Horan û heta Qamişlo ji kesên ku parastina pêkhateyên Sûriyê li hember terora DAIŞ`ê û El-Nusra re, dixwazin. Nexasim şehîdên QSD`ê ku wêneyeke niştîmanî ji tevahî Sûriyê re nîşan da ku ew hêza ku dikarin ku xwe bispêrinê."

(bx)

ANHA