' Êrişên li ser çiyayên Kurdistanê beşek ji tecrîda li ser Rêber Ocalan e'

Hunermendên ji Kobanê destnîşan kirin ku êrişên li ser çiyayên Kurdistanê beşek ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalane û yek ji armancên wê têkiliyên di navbera rêbertî û gel de qut bike.

' Êrişên li ser çiyayên Kurdistanê beşek ji tecrîda li ser Rêber Ocalan e'
18 tîrmeh, 2021   02:56
KOBANÊ

Dewleta Tirk tecrîda ku li grava Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike didomîne. Li hemberî vê tecrîdê bertekên gel zêde dibin.

‘BI ŞERMEZARKIRKIRINÊ TENÊ TECRÎD NAYÊ ŞIKENANDIN ‘

Hunermendên navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê tecrîd şermezar kir û banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Hunermend Osman Bekî wiha got: "Erka hunermendên navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ye dengê xwe bilind bikin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê li ser rêbertî ew e ku wî ji çanda me û her tiştên girêdayî dîroka kurdî dûr bixin. Ji ber vê yekê jî divê em hîleyên dewleta Tirk hişyar bin." 

Osman Bekî wiha domand: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Lê tenê bi şermezarkirinê tecrîd nayê şikenandin lê belê bi yekitiya gelê Kurd e."

Bekî êrişên niha li ser çiyayên Kurdistanê wekî beşek ji tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û wiha domand: "Armanca je ew e ku têkiliyan di navbera rêbertî û gel de qut bikin, her wiha rê li pêşiya peyamên ku rêbertî di paraznameyan de bi rêya parêzer û malbata xwe  ji gelê herêmê re dişîne, bigrin.

Bekî  diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li ser wan herêman dixwaze tevlîheviyê di navbera gerîla û pêşmergeyan de derxîne û wiha pê de çû: " Lê baweriya me bi gerîla û pêşmergeyan heye, em ji wan re dibêjin ku dem dema azadiya gelê Kurd û têkbirina planên Tirkiyê ye."

Osman Bekî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin aliyên çapemenî û hin kesayetên ku îdiya dikin ku ew Kurd in, di rastiyê de şerekî taybet li dijî gelê Kurd dimeşînin û armancên dewleta Tirk pêk tînin, ku li şûna wê xizmeta doza kurdî bikin, destekê bidin serxistina fikirên neteweya demokratîk di felsefeya Rêber Ocalan de."

‘DEM HATIYE KU GEL GOTINA XWE JI BO ŞIKENANDINA TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ DE BÊJE Û DAKEVE QADAN‘

Endamê Koma Botan a girêdayî navenda Baqî Xido Henîfî Osman jî ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk li ser rêya pîşiyên xwe ku şerê Kurdan dikir, dimeşe. Tecrîda ku li ser rêbertî ferz dike ne tiştekî ku mirov jê matmayî bimîne. Ji ber ew di fikirên rêbertî de xeteriyê li ser hebûna xwe dibînin û ji ber wê jî dixwazin vî fikirî tune bikin."

Henîfî Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên cûda dixwaze kurdan ji hev dûr bixe û vê yekê bi rêya ajanên xwe dike û ev tişt got: "Divê Kurd hişyar bikin, kesên ku bixwazin  li hember planên dewleta Tirk bisekinin divê fikirên rêbertî pêk bînin û bi rêya vî fikirî tecrîda li ser rêbertî bişkînin."

Henîfî Osman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Peyamên ku bi rêya paraznameyan ji me re dihatin xwedî sûdeke mezin li ser herêmê bû, gel ber bi ewlehiyê ve dibirin. Piştî ku dewleta Tirk xeteriya va pareznameyan nas kir, tecrîd li ser rêbertî ferz kir da ku rê li pêşiyê perspektîvên rêbertî bigirin. Dem hatiye ku gel gotina xwe ji bo şikenandina tecrîdê bêje û dakeva qadan."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zx1ja1FgUI4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>