Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Parka Xabûr a li taxa Til Hecer pîroz kir.

Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
Şêniyên Hesekê: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim û zordariyê li dar ket
17 tîrmeh, 2021   20:58
HESEKÊ

pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulxenî Oso axivî.

Oso Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku 2012`yan li bajarê Kobanê dest pê kir,  li tevahiya pêkhateyên herêmê û gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilim, zordarî û hêzên tundraw û terorîst ên ku derbasî herêmê bûn, li dar ket."

Oso ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ev şoreş banga mafên gelê herêmê dike ku ji beriya hezarên salan li vir dijîn û hemû pêkhate girt nava xwe, di heman demê de di hemû qonaxên dîrokê de parastina mafên xwe kir û bi saya şêniyên xwe neteweya demokratîk pêk anî."

Ebdulxenî Oso di dawiyê de destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyê bi hevgirtina xwe îro li dijî tevahiya komployên li dijî wan têne plankirin, disekinin.

Paşê koma Tolhildan a girêdayî Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê û koma Reqa ya Çand û Hunerê çend stranên floklorîk pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govedan bi dawî bû.

(eh)

ANHA