Telal Mihemed: Armanca jinûverastkirina hevpeymana civakî pêkanîna daxwazên gel e

Telal Mihemed diyar kir ku armanca jinûveraskirina hevpeymana civakî ew e ku xwestekên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên aborî, siyasî û civakî pêk bînin.

Telal Mihemed: Armanca jinûverastkirina hevpeymana civakî pêkanîna daxwazên gel e
18 tîrmeh, 2021   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di encama civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 15`ê vê mehê li dar ket, komîteyeke biçûk ji bo jinûverastkirina hevpeymana civakî hate avakirin da ku hevpeymana civakî ji bo hemû şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser bibe hevpeymaneke bingehîn.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê û endamê Komîteya Jinûverastkirina hevpeymana civakî ku ji 30 endaman pêk tê, Telal Mihemed ji ajansa me re diyar kir ku biryara jinûverastkirina hevpyemana civakî yek ji biryarên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser e û ev biryar girêdayî encamên `Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê` ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê di 25`ê Mijdara 2020`an de li dar xist, 300 endamên ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên hêz û partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêxên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê tevlî bûn. Kongre bi gelek encaman bi dawî bû, jê ji nû ve nirxandina xebat û xebatkarên rêveberiyê û perwerdekirina wan û pêşxistin û berfirehkirina rêveberiyê.

Telal Mihemed bal kişand ser encamên Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê û hevpyemana civakî ya bi armanca birêxistinkirina xebata di navbera her heft rêveberiyên sivîl û xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha lê zêde kir: "Em wekî partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, rêxistinên sivîl û civakî di vê gavavêtinê de dereng man, diviyabû beriya demekê ev yek pêk bihata, ji ber ku meclis hatin hilbijartin, lê hilbijartinên herêm û rêveberiyan nehatin lidarxistin, sedema vê yekê jî ew bû ku Tirkiyê êrişî kantona Efrînê kir, piştre jî êrişî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

Telal Mihemed destnîşan kir ku komîteya biçûk a jinûveraskirina hevpeymana civakî dê bi pisporên di vê qadê de bişêwire, da ku bi awayekî guncav û li gorî xwestekên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê aborî, siyasî û civakî de pêk were.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinûverastkirina hevpeymana civakî kêmtirî 2 mehan dem da komîteya jinûverastkirina.

Telal Mihemed da zanîn ku piştî hevpyemana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe, dibe ku têkildarî wê referandumek were lidarxistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LP8l0qat2Bk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>