Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Vê êvarê, Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pîrozbahiyeke girseyî bi diruşma "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" li dar xist.

Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Tebqayê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
17 tîrmeh, 2021   20:14
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pîrozbahiyeke girseyî li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/17/194656_hnd-alaly.webp

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind El-Elî şehîd bi bîr anîn û got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji destpêkirinê de rêgez û pransîbên xwe parast û li ser xeta xwe meşî, bi wê re gelek destkeftî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn."

Hind El-Elî wiha domand: "Tevî hemû astengiyan Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewam kir û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikirê neteweya demokratîk ava kir."

/ar/uploads/files/2021/07/17/194629_naymh-alaswd-28129.webp

Dûvre li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenboiya ya Tebqayê endama rêveber a nivîsgehê Neîme El-Eswed salvagera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê û destkeftiyên wê li tevahî pêkhteyên herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî pîroz be."

/ar/uploads/files/2021/07/17/194614_mhmd-alarb.webp

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê endamê rêveber Mihemed El-Ereb axivî û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir, piştre li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, bi rêya xetertirîn rêxistina terorîst li cîhanê ku tirs belav kir û wêranî çêkir, têk bir. Bi saya ked û qurbaniyên şehîdan vê şoreşê armancên xwe pêk anîn."

Piştî axaftinan, koma Firatê ya Stranên Gelêrî stran pêşkêş kirin, her wiha koma Awazên YPG’ê stranên Kurdî pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi dîlanên gelêrî ji hêla koma hunerên gel a Çand û Hunerê ya Tebqayê û gerandina dîlanan ji hêla şêniyan ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA