Mezlûm Ebdî banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Mezlûm Ebdî banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser kir
17 tîrmeh, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê postek li ser hesabê xwe yî twîtterê belav kir.

Ebdî got: "Êvara 18'ê ê Tîrmeha 2012'an, seat 20:00'an me biryara şoreşa Rojava girt. Em vê rojê li hemû gelên Bakur Rojhilatê Surî pîroz dikin.

Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞ’ê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye."

Fermandarê Giştî yê QSD'ê di tiwîtteke din de banga tevlîbûna kampanyaya ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir  û got: "Ka em Sibê seat 20:00'an dest bi kampanya bi hêzkirina têkoşînê ji bo misogerkirina pêşeroja Bakur Rojhilatê Sûriyê bikin. Kampanya me di ser tora civakî de wê bê meşandin û bighêje her sazeyekî li cîhanê."

ANHA