Xweseriya Demokratîk… avantaj û astengî

Pergala Xweseriya Demokratîk wek pratîzebûna paradîgmaya modernîteya demokratîk, ji bo ku mirovahî xwe ji krîzên modernîteya kapîtalîst rizgar bike, rêyên nû vedike.

Xweseriya Demokratîk… avantaj û astengî
18 tîrmeh, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Pergala Xweser ku gavên xwe yên destpêkê li Kobanê avêtin, rastî êrişên berdewam ên hêzên navneteweyî û herêmî hat. Ji bo pêşketina xwe ya li ser bingeha pêşengiya jin û ciwanan di cîhanê de jî bû yekemîn. Di 21'ê Çileya 2014'an de bi Rêveberiya Xweser a Cizîrê re ragihandina xwe ya fermî pêk anî. Pergal piştre bi ragihandinên li Kobanê û Efrînê berfireh bû û gav bi gav bi şerê li dijî DAIŞ'ê re ji Efrînê heta Dêrikê û ji Qamişloyê heta Dêrazorê belav bû.

SEDSALA 21'AN SEDSALA XWESERIYA DEMOKRATÎK E

Rêber Abdullah Ocalan di sala 1994'an de dest bi vegotina nêrînên xwe yên li ser sîstema Xweseriya Demokratîk kir. Rêber Abdullah Ocalan di salên pêş de lêgerîna xwe ya çareseriyê domand û di pêşniyarên xwe yên çareseriyê de ku heta destpêka salên 2000'î pêş xistin, her tim bal kişand ser Pergala Xweser. Ji ber ku Pergala Xweser modeleke çareseriya demokratîk û azadîparêz e ku asta herî bilind a pêşketina aborî, siyasî, civakî û çandî misoger dike.

Pergala kantonan a li Swîsreyê mînakeke vê yekê ye. Her wiha dibe ku Skoçya û Walls ên li Brîtanyayê û herêmên xweser ên Baskê û Katalonyayê yên li Spanyayê jî wek şêweyeke cuda ya xweseriya demokratîk bên dîtin.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Heke neteweya demokratîk ruh be, xweseriya demokratîk jî beden e. Xweseriya demokratîk goşt û xwîna neteweya demokratîk e.”

Xweserî ji yekparêziya civakên cuda pêk tê, lê di heman demê de cudahiyên çandî û etnîk jî di nava wê de xwedî wê hêzê ne ku biryarê bidin û mafê xwerêvebirinê bi dest dixin. Xwerêveberî û xwebûn stûnên bingehîn ên pergalê ne.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku ji bo hikumetên xweser ên herêmî pêşvebirina demokrasiya yekser a li neteweyên demokratîk ên şert û mercên îro, pêdiviyek e. Ji ber ku her çend li 40 welatên Ewropayê 121 herêmên xweser hene jî, hê jî asta pêşketinê ya tê xwestin, pêk nehatiye.

DÎROKA XWESERIYÊ

Nivîskar û aborînas Ehmed Pelda bal kişand ser dîroka xweseriyê û got: "Xweserî bi dîroka şaristaniyê re heye. Ne rewşek e ku ji kapîtalîzm an jî modernîzmê derxistiye holê. Wek nimûne; di dema Sumerîyan de dewletên sîteyan hebûn. Her sîteyek xwedî pergalên îdarî bû. Piştî demekê dema ku dibin hêzên navendî, dibin dewlet. Di rastiyê de her yek bi xwe dewleteke bajarekî ye û bi xwe jî avabûneke xweser e. Wan karîbûn cudahiyên xwe yên takekesî, aborî, civakî û reseniya xwe di wî warê de biparêzin. Tevî ku bi demê re bi pêşketina împaratoriyan re guhertinek çêbûbe jî, van sazûmaniyan heta astekê dewam kir.”

KEDXWARIYA ÇANDÎ

Pelda da xuyakirin ku sîstema yek netewe, dê bi awayekî xwezayî bandoreke neyînî li sazûmaniyên din jî bike û got: "Kapîtalîzm bi taybetî li ser kedxwariya li nava welatê xwe ji bo afirandina berhevbûna sermayeyê û dendika pîşesaziyê bal kişandiye ser xwe. Lê di heman demê de kolonyalîzma çandî jî hate pêşxistin. Ewropayê dest bi vê pêvajoyê kir. Piştre dewletên serbixwe çêbûn. Dewletên nû piştî veqetandina Amerîka û Kanadayê, windakirina herêmên kolonyal ên Brîtanyayê, îlana serxwebûna Hindistanê derket holê. Bi vê yekê mekanîzmaya netewedewletê radixistin pêş. Ya di nava xwe de avahiyên etnîk dihejand, ya jî bi tesbîtkirina hin xweseriyan re sîstema xwe ya dewletê diparastin."

DI SÎSTEMA KAPÎTALÎST DE XWESERÎ

Ehmed Pelda nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Xweserî her tim bi demokrasiyê re li hev nake. Di serdema Osmaniyan de komkujiya herî mezin a vê serdema modern komkujiyên Ermen, Yewnan, Çerkezan û piştre di vê sedsalê de Kurd rastî komkujî, koçberî û asîmîlekirina domdar hatin. Lê ev bi ser neket.”

Mînak, dewletên li bi banê Qralîteya Yekbûyî aboriyên xwe, xweserî û îradeyên siyasî hene. An jî Almanya tenê etnîsîteyek e, lê 16 eyalet hene û her yek ji van xwedî aborî û zagon in. Di nava sîstema kapîtalîst de şêweyê xweseriyê ev e. Di Yekitiya Sovyetan de mekanîzmayeke cuda hate avakirin. Sovyetan ji ber ku di nava xwe de avabûneke burokratîk çêkir, nekarîn bersivê bidin xwestekên mirovahiyê. Di rastiyê de makezagonên Iraq û Hindistanê makezagonên demokratîk in, avaniyên xweser in, lê em nikarin bêjin ev sîstema federal tê wateya demokrasiyê. Otonomî her tim nikare bi demokrasiyê were naskirin.  Avaniyên xweser jî dikarin di nav xwe de hiyerarşiyên pir hişk pêk bînin û dema ku li dijî paşeroja vê yekê têkiliyek di navbera sermaye û desthilatdariyê de heye, wê demê bi hêsanî avaniyeke hiyerarşîk dikare derkeve holê."

Pelda diyar kir ku serkeftina li welatên kapîtalîst ên navendî tenê bi pergaleke kedxwariyê dikare pêk were û got: "Mînak li Swîsreyê pergaleke kantonan heye ku carinan bi pergala li Rojava re tê muqayesekirin û naskirin. Hem sosyalîzm hem jî kapîtalîzm ku her du jî berhemên civaka pîşesaziyê ne, dikarin her cure aloziyê çêkin.Sovyet xwedî hiyerarşiyeke burokratîk û aboriya biplan a navendî bû û hiyerarşiya ku wê afirand, îradeya mirovan ji holê rakir."

‘ROJAVA DERBE LI BUROKRASIYÊ DA’

Pelda diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha civaka birêxistinkirî daniye û destnîşan kir ku di dema şeran de civak bi giştî nerm in, dev ji hiyerarşiyan berdidin, hevgirtin bi pêş dikeve, lê hiyerarşî û dijwarbûn di dema normalbûnê de pêk tê û wiha pê de çû: "Dema em berhevdana van dikin, li Rojava çend mekanîzmayên orjînal, taybet û cuda hene. Bi dîtina min taybetmendiya herî girîng a Rojava ew e ku hiyerarşiya burokratîk kêm dike û di serdemên destpêkê de jî ji holê radike. Lê belê tirsa min, xetereya vegerê ya ber bi burokratîzmê ve ye. Di dîroka cîhanê de gelek mînakên têkoşînê hene, lê kîjan hêz bibe desthilatdar, navgînên xwe yên burokratîk afirandine û bi rêya navgînên burokratîk dest bi rêvebirinê kiriye. Ew pir xeternak e. Mekanîzmaya li Rojava cara yekê ye pirsgirêka burokrasiyê kiriye mijara nîqaşê û heta astekê derbeyek jî lê daye. Pergala TEV-DEM'ê mînaka vê yekê ye. Pêşxistina vê mekanîzmayê dê bibe destkeftiya herî mezin a Rojava."

Pelda hevberkirina Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bicihkirin û formên din ên hikumetan kir û wiha berdewam kir: "Başûrê Kurdistanê di asta federal de xwedî mafên cidî ye, lê kes nikare li wir qala demokrasiyê bike. Pergaleke hegomonîk heye ku ji navendekê tê birêvebirin. Brîtanya tevlêbûneke pergalên îdarî yên neteweyên cuda ye. Di vî warî de yek ji welatên herî pêşketî yên cîhanê ye. An jî li Swîsreyê nûnertiyeke diyar heye lê em nikarin li wir behsa demokrasiya mutleq bikin. Lê belê mekanîzmaya li Rojava rêyeke din ji me re vedike."

PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊN XWESER

Ehmed Pelda bal kişand ser herêmên ku xweserî lê îlan kirine lê hîn jî pirsgirêkên wan hene û destnîşan kir ku çareserî ne tenê îlankirina xweseriyê ye. Şîroveya Pelda ya li ser mijarê wiha ye:  "Dibe ku pergaleke liberal û bûrjûva derkeve holê. Em dibînin ku vê yekê li Başûrê Kurdistanê tiştek nedaye civakê û pirsgirêkên mîna li Swîsre yan jî Brîtanyayê çareser nekiriye. Bo nimûne, çima Skotland ya ku serbixwe ye, her tim diçe referanduma serxwebûnê? Çima Katalonya û dewleta Spanyayê hatin dijberî hev? Ji ber vê yekê pirsgirêkek heye. Em li gelek deverên cîhanê şahidiya wê dikin. An jî sedema ku Rûsya niha mudaxeleyî Ukraynayê dike, di serdema Sovyetê de nebûna serdestiya çanda demokratîk ew e ku ew pirsgirêk heta roja îro anîn. Çîn jî xwedî herêmên xweser e û sîstema navendî ya Çînê mudaxeleyî wan dike; asîmîle dike, cudahiyan dikuje, civakeke bi keda erzan a yekreng afirandiye û bi tenê heke komeke elît bi ser ketibe, wisa dihesibîne ku Çîn bi ser ketiye."

'DIVÊ EV TOVÊN HATINE ÇANDIN, BAŞ BÊNE AVDAN'

Pelda diyar kir ku xweserî ne tenê bi îlankirinê dibe, sazîbûn jî gelekî girîng e û destnîşan kir ku girîngiya “avdana tovên li Rojava hatine danîn”, girîng e. Pelda wiha lê zêde kir: "Hûn di sazîbûnê de mekanîzmayên sivîl ên civakî esas digirin an jî tenê girêdayî elîtan in? Heke hûn elîtan esas bigirin, hûn nikarin xweserbûn û demokrasiya rastîn bi dest bixin. Heke ev pêk bê, hevserokatiya heyî, tevlêbûna jin û ciwanan û hwd piştî demekê dibin hin mekanîzmayên sembolîk. Heta ku sazûmaniyên xweseriya demokratîk takekesên azad neafirîne, ev model pirsgirêkên mirovahiyê çareser nake. Ji ber vê yekê birêz Ocalan ferdê azad li ser bingeha xweseriya demokratîk ava kir û di vê yekê de rizgariya jinan esas digire.  Ciwan pêşengên vê tevgerê ne. Rêveberiyeke xweser a ku wê rê li ber van dînamîzman veke, watedar û hevgirtî ye. Li Rojava tovê wê hatiye çandin. Ji bo avdan û başkirina wê divê xebat bên berfirehkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X9lMBHp8Hqo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>