Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro herêmên cuda yên gundewarê Hema û Idlibê hedef girtin. Di encamê de, 2 sivîl hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir
17 tîrmeh, 2021   09:03
NAVENDA  NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê îro bi moşekeke rûsî, derdora gundê Serjê yê li gundewarê başûrê Idlibê hedef girtin. Di encamê de jinek sivîl û zarokek hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Benîn, Filêfil û Fitîra yên başûrê Idlibê, her wiha herêmên din ên Sehil El-Xab ên gundewarê bakur rojavayê Hemayê hedef girtin.

(dx)