Sînem û Qesas: Bi girtina dergehê Til Koçerê dixwazin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin

Nûnera MSD`ê ya li Washingtonê diyar kir ku warê alîkariyan bûye kaxezeke bazarên siyasî da ku fişarê li Rêveberiya Xweser bikin. Muxalifê sûrî Fîras Qesas jî got ev biryar encama lihevkirina Amerîka û Rûsyayê bû.

Sînem û Qesas: Bi girtina dergehê Til Koçerê dixwazin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin
17 tîrmeh, 2021   03:01
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Meclisa Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî yê (NY) dema mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re bi rêya dergehê Bab El-Hewa dirêj kir ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) de ye û di lîsteya terorê de ye. Di encama fişara Rûsyayê de ya li ser NY`yê dergehê Til Koçerê (Yerûbiye) girtî ma.

Ev biryar bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon sûrî, bi sed hezaran koçberan û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan dike ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.

 'MIJAR GELEK XETERNAK E'

Muxalifê sûrî Fîras Qesas destnîşan kir ku ev biryar encama lihevkirina Amerîka û Rûsyayê bû û biryareke têkildarî alîkariyên mirovî ye ku li gorî rêxistinên girêdayî NY`yê pêk tên.

Qesas hişyarî da ku ev yek mijar gelek xeternak e ku tevlihevî û trajediya li wan herêman zêde bike û wiha domand: “Paşguhkirina dergehê Til Koçerê ji aliyê dewletên rojavayî ve zextê li Rêveberiya Xweser zêde dike. Lê heke bihate vekirin, wê ev zext sivik bûbûya û pêdiviyên mirovî yên pêwîst ji herêmê re peyda bikirba. “

BAZAREKE SIYASÎ

Paşguhkirina vekirina deriyê Til Koçerê ji aliyê NY`yê ve nîşan dide bê çiqas NY`yê bê çare y û  serî ji hêzên mezin re ditewîne û ji armancên xwe yên bingehîn dûr dikeve. Her wiha NY`yê veguheriya dikekê ji bo rewakirina hegomonya hêzên mezin a li ser gelan.

Der barê vê mijarê Qesas got: “Ev paşguhkirin ne encama vîna rojavayî ye, lê belê encama fişara Rûsyayê ye. Dewletên rojavayî bi du vebijarkan re rû bi rû man, yan wê hemû dergeh girtî bin yan jî wê yek tenê vekirî be ku bi rêya wê alîkarî derbasî Sûriyê bibe.“

Têkildarî armanca Rûsyayê ji vê yekê Qesas ev nirxandin kir: “Rûsya di gelek mijaran de sûdê ji vekirina dergehê Bab El-Hewa digire. Ya yekê ew dihêle ku qadeke zêde ya lihevkirinê bi Tirkiyê re der barê rewşa Sûriyê de biparêze. Ya din jî vê dosyayê dike kaxezeke dan û standinan a bi dewletên rojavayî re."

 Muxalifê sûrî "Bazarê siyasî bi dosyaya mirovî" rexne kir û diyar kir ku ev nêzîkatî durûtiya pîvanan di helwesta dewletên rojavayî de nîşan dide ku çawa berjewendiyên siyasî didin pêşiya lihevkirinên mirovî.

`ENCAMA VEKIŞÎNA BIZANABÛN A AMERÎKAYÊ`

Girêdayî helwesta Amerîkayê Qesas ev yek diyar kir: “Ev helwest girêdayî encamên lihevkirinên gengaz ên bi Rûsyayê re ye li gel vekişîna bizanabûn a Amerîkayê ji mudaxeleya di dosyaya Sûriyê de.”

Qesas wiha domand: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya siyaseteke giştî de li Sûriyê tevger dike. Ev çarçove girêdayî şerê li dijî DAIŞ`ê û çareserkirina encamên vî şerî ye. Li aliyekî din fişarê bike da ku çareseriyeke siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 2254 pêk were. Ji ber wê ne amade ye riyeke din a siyasetên xwe xêz bike ku van her du aliyan derbas dike.” 

`RÛSYA KÊFXWEŞ E JI BER KU RÊVEBERIYA XWESER DI WARÊN SIYASÎ Û MIROVÎ DE TU DESTEK NEGIRT`

Ji destpêka salê ve Rûsya hewl dide erka NY`yê bi dawî bike. Moskov dixwaze alîkariyên mirovî bi rêya hikumeta Şamê derbasî Sûriyê werin kirin, lê dewletên rojavayî û NY`yê vê yekê red dikin.

Beriya dengdayînê bi çend rojan wezîrê kar û barên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov peyamek da sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres û tê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi hevkariya Enqereyê bi astengkirina derbasbûna aliyên mirovî ji Sûriyê re tawanbar kir.

Rûsya israr kir ku alîkarî bi rêya dergehê Til Koçerê derbasî Sûriyê nebe, nûnerê rûs ê li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê Vasily Nebenzia got wî ji destpêkê ve hevalên xwe ên meclisê agahdar kiriye ku vekirina dergehên girtî bêkêr e.

Qesas destnîşan kir ku Rûsya israr dike ku helwesteke bi şik û guman der barê tecrubeya herêmên Rêveberiya Xweser nîşan bide, bi taybet li gel ku têkiliyên hêzên wê yên sereke bi Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê re hene nexasim DYA`yê. Ji ber wê girîngiyê nade rêgezên vê tecrubeyê, tenê li ser hesabê gelê Sûriyê piştgiriya pergala zordest a hikumeta Şamê dike.

Qesas gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Rûsya rêzê ji daxwaza civaka rêveberiyê re nagire ku dixwaze formeke rêveberî ya hevbeş ava bike ku yekitiya û serdestiya Sûriyê diparêze. Ji ber wê hewl dide wê civakê dorpêç bike û tengav bike. Gelek kêfxweş e ku dewletên rojavayî di warên siyasî û mirovî de desteka vê civakê nakin. Her wiha dixwaze destkefiyên din ji bo hikumeta Şamê bi dest bixe.“

`GELÊ SÛRIYÊ BI AWAYEKÎ NEYÎNÎ LI RÛSYAYÊ DINÊRIN`

Muxalifê sûrî peyamek da Rûsyayê û tê de got: “Êdî gelê Sûriyê bi awayekî neyînî li Rûsyayê dinêre. Ji ber helwesta wê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa Sûriyê bi giştî, wêneya wê her ku diçe xirabtir dibe.“

Qesas ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Di bîra gel de beriya serxwebûnê û heta piştî serxwebûnê Rûsya ji pêkanîna mêtîngerî û dagirkirinê li ser Sûriyê dûr bû. Niha şerê daxwaza gelê Sûriyê dike. Her wiha ji bo pêkanîna ajandeyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk di warê mirovî de gelê Sûriyê tengav dike.”

Qesas di dawiyê de Rûsya muxateb girt û got: “Em jê dixwazin ku rêzê ji vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bigire, dorpêça ku li ser herêmê ferz kiriye bi dawî bike û dosyayên alîkariyên mirovî wek kaxezeke fişarê ya siyasî li dijî herêmê û civaka wê bi kar neyîne. Divê pişta şêniyên herêmê bigire, alîkariya wan bike ku kar û barên xwe bidin meşandin, pêdiviyên xwe peyda bikin. Heke bixwaze têkiliyên dostanî û hevgirtinê yên di navbera civakên rûsî û sûrî vegerîne mîna berê, divê tiştên min li jor bi bîr xistine pêk bîne.”

'ÊRIŞEKE PLANKIRÎ DI ODEYÊN VEŞARTÎ DE LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER TÊ KIRIN`

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya dergehê Bab El-Hewayê re red dike got: “Biryar rewşa mirovî ya li Sûriyê di ber çavan re derbas nake. Trajediya mirovî li gel dorpêça li ser herêmê ya ji hemû aliyan ve, kurtir dike.”

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemed got: “Dergeh û alîkarî bûne kaxezeke fişarê ya siyasî ku bi rêya wê dan û standinan der barê aloziya Sûriyê de bikin.”

Sînem diyar kir ku ew biryara navneteweyî ya vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçerê dê gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên navneteweyî bê par bihêle.

Nûnera MSD`ê got: “Bi sed hezaran koçber di kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin. Ev koçber di encama dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk ve koçber bûn. Her wiha koçberên Efrînê û bi sed hezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê li herêmê ne. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye li gel aloziya aborî ku herêm tê re derbas dibe nexasim ku herêm hatiye dorpêçkirin. Li rex wê jî kampa Holê barên rêveberiya herêmê girantir dike ku der dora 60 hezar çeteyên DAIŞ`ê û malbatên tê de ne. “

Sînem wiha axivî: “Nivîsgeha me ya li Washingtonê dosyaya dergehê her tim xistiye rojeva xwe çi di nameyên xwe de ku ji rêveberiya Amerîkayê re rêdikin an jî di hevdîtinên xwe de yên bi rêveberiyê re. “

Sînem pirsî: “Gelo çima Bab El-Hewa tenê tê vekirin û dergehê Til Koçerê tê girtin? Diyar e ku ev daxwaz e dewleta Tirk û Rûsyayê û wan jî erê kiriye. Ez di wê baweriyê de me ku divê Meclisa Ewlehiyê jiyana 5 milyon sûrî û pêdiviyên wan di ber çavan re derbas bike ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.”

Sînem Mihemed di dawiyê de got: “Girtina dergehê Til Koçerê kaxezeke zextê ya ji aliyê Rûsya û dewleta Tirk ve li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye, bi taybet di vê demê de ku êrişên palnakirî yên ragihandinê li ser Rêveberiya Xweser û QSD'ê hene, ev êriş ji aliyê odeyeke tarî ve tê birêvebirin."

(şx)

ANHA