Girtiyekî berê li gel PDK: Revandina nûneran lîstokeke ku li dijî kurdan tê kirin

Girtiyekî berê li gel PDK'ê diyar kir ku revandina her sê dîplomatan li Hewlêrê xizmeta ajnîdeyên dagirkeriya Tirk tenê dike û wekî lîstokekê li dijî kurdan bi nav kir.

Girtiyekî berê li gel PDK: Revandina nûneran lîstokeke ku li dijî kurdan tê kirin
17 tîrmeh, 2021   01:57
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

37 roj di ser revandina nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Têkiliyên PYD'ê yên li Hewlêrê re derbas bûn û heta niha agahî ji wan nayê girtin.

10'ê Hezîranê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin.

Ji wê demê aqûbeta nûnerên revandî nayê zanîn û bangên Rêveberiya Xweser, PYD û çalakvanên siyasî yên eşkerekirina aqûbeta wan bê bersiv mane.

Têkildarî revandina her sê dîplomatan, bavê şehîd Xabûr, Nayif Hesen ê ji Dêrikê ku di Gulana borî de bi tawana ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dike û kurekî wê şehîdekê YPG'ê ye hatibû girtin got: "Tişta ku li Başûrê Kurdistanê diqewime bi taybet revandina nûnerên Rêveberiya Xweser em nikarin tenê wekî girtinekê bi nav bikin, ev revandin e. Lê çima ev revandin pêk hat û xizmeta kê dike bi tabyet di vê pêvajoyê de? Her wiha kî bandorên vê revandinê li kurdan radike?"

Hesen diyar kir ku revandina her sê dîplomatan di taybet di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji 23'yê Nîsanê ve didomin, lîstokeke ku li dijî kurdan tê kirin û got, şerê giran ê li Herêmên Parastinêyên Medyayê ji bo gelê Kurd şerê hebûn û nebûnê ye.

Li gorî qanûnên dîplomasî yên navneteweyî, nabe siyasetmedar û diplomat bêyî hincet werin girtin, heger werin girtin divê lêvegerên wan werin agahdarkirin.

Têkildarî serdana şandeya aştiyê ji bo Başûrê Kurdistanê Hesen wiha got: "Şande bi beşdarbûna gelek welatan hate avakirin da ku nakokiyan çareser bikin û nehêlin şerekî navxweyî derkeve. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê beşdarî vê şerî bûye. Ji ber vê yekê em nikarin hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên din tawanbar bikin, lê em dikarin PDK û malbata serdest tawanbar bikin."

11'ê Hezîranê ji şandeya Aştiyê gelek kesayet gihiştin balafirgeha Hewlêrê da ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin û li pirsgirêkên şêniyên gundên ku hatine valakirin guhdar bikin. Şande dema ku gişte balafirgehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate astenkirin.

Hesen got: "Fermandarên terorê mîna El-Herîrî bi dilgermî li balafirgehê hatin pêşwazîkirin, lê nûnerên Rêveberiya Xweser ên ku pêşwaziya şandeya aştiyê dikirin hatin revandin. "

Nayif Hesen diyar kir ev nêzîkatî xizmeta ajnîdeyên Erdogan û partiya wî dikin lê ximzeta doza kurdî nake û wiha domand: "PDK û desthilata hakim bi van kiryarên şermok xizmeta AKP û Erdogan dikin."

'PDK'Ê HÊVIYÊN XWE BI AKP'Ê VE GIRÊ DIDE' 

2'yê Adarê serokê berê yê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî serdana Hewlêrê kir û hevîdtin bi endamên ENKS û serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir.

Nayif Hesen da zanîn ku PDK'ê çarenûsa xwe bi AKP'ê ve girêdide û wiha pê de çû: "Êrişên ku faşîzma Tirk pêk tîne ne tesaduf in, lê dewletên kapîtalîst û NATO'yê desteka van êrişan dikin."

Hesen revandina nûnerên Rêveberiya Xweser şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bike, serî ji planên dijmin re danexe û li gel guhertinên di qada navneteweyî de ajnîdeyên taybet pêk bînin.

Nayif Hesen ji ber pêwîstiyên wî bi dermankirin bi belgeyên fermî di dergehê Sêmalkayê re derbasî Başûrê bû, piştî 18 rojan dema ku xwest vegere Rojava li dergehê Pêşxabûrê hate girtin.

Têkildarî girtinê Hesen wiha got: "Destpêkê min sedma girtina xwe nedizanî, lê di lêpirsînê de diyar bû sedema girtinê karê min bi Rêveberiya Xweser re ye. Di lêpirsînê de gelek pirs ji min girtin wekî karê te çi ye, erkên zarokên te di Rêveberiya Xweser de çi ne?  Ya ku min aciz pirsên wan ên wekî çima kurê te tev li Rêveberiya Xweser bû û çawa şehîd bû?, çima keça te zimanê kurdî dixwîne? Ya şerm di vê mijarê de lêpirsa derbarê zimanê kurdî de bû û dipirsên çima keça te zimanê kurdî dixwîne!"

Hesen diyar kir ku girtina her kesekî bi tawana ku di nava Rêveberiya Xweser de kar dike xizmeta doza kurdî nake û destnîşan ki ku ev nêzîkatî xizmeta ajnîdeyên ku hewl didin bi hemû rêbazan hebûna kurdan tune bike, dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Nakokî bi rêya diyalog û nîqaşên siyasî çareser dibin, revandina ne qanûnî û hevkariya bi dijmin, çûyîna cihê gerîlayan xizmeta gelê Kurd û nake û doza kurdî çareser nake."

ANHA